Li daîreya koçê gûmana bertîlê zêdetir dibe

Gûman dibe ku li daîreya koçê Migrationsverket zêdeyî dihat texmînkirin gûmanbar hebin ku dikarin destûra mayîna li Swêdê firotibin. Dozgerê dewletî Nils-Eric Schultz bawer dike ku lêkolîna bertîlê dikare berfirehtir bibe.  

 

Daîreya koçê êdî komek xebatê li dij gendeliyê çêdike ya bi armanca ku neçêyiyan keṣif bike û bergiriyê li bandora derve bike.

Di destpêka vê salê de du kesên ku berê li daîreya koçê kar kiribûn bi sedema ku destûra mayîna li Swêdê firotine, hatibûn girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".