Cudakarî di dibistanan de zêde dibe

Swêd ji berê bêhtir pereyan ser warê dibistanan datîne. Lê di heman demê de lêhûrnerînek ji rojnameya Dagens Nyheter diyar dike ku imkanên bêhtir bandoreke karîger li encamên zanistîyê yên daketî nake.

Ev pêşveçûna nêgatîv di şûnê de bi cudakarîyê ve girêdayî ye, û bi wê ve  cudabûna hatinîyan bêhtir dibe.

Di lêhûrnerînê de jî eşkere bûye ku encamên xwendinê yên şagirdan bêhtir girêdayî hatinî û astên perwerdeya dêûbavan e.

Di lêkolînên navneteweyî de şagirdên swêdî encamên baş nîşan nadin. Li gor pîvana zanistîyê ya bi navê Timss ku di 2011 de pêk hat, Swêd ji kêmwelatan e yên bi berdewamî encamên xirab di matematîk û madeyên zanistîya xwezayî de nîşan dide. Hem encamên testên neteweyî jî vê yekê diyar dikin.

Di heman demê de pereyên bo dibistanan bi hêz zêde dibe. Di 2011 de mesrefa her şagirdekî 87 000 kron bû, danberhev bi 55 400 kronî re di sala 2000 de. Lê her dîsan jî encamên perwerdeyê yên şagirdan dadikevin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".