Herêma Veliki Rit li Novi Sad. Wêne: Maria Ridderstedt/ Sveriges Radio

Pereyên yarmetîyê yên YE negiheştin roman

Alîkarîya yekîtîya Ewrûpayê yên dê bo romên li Serbîyayê biçûna, negiheştin wan. Derbarê 50 milyon euro ye yên dê bo baştirkirina rewşa jiyana roman biçûna, lê diyare tenê beşekî biçûk ji van pereyan giheştine wan.

Ev yeka hem ji alîyê rêxistinên mafê mirovan li Balkan û hem ji alîyê berpirsên siyasî li ser asta herêmî û neteweyî tên eşkere kirin jî.

Li gor Jovana Vukovic, kordînator li navenda herêmî ya bo grûpên hindikayî li paytextê Serbîya, Belgrad, ev pere çûne bo karên îdarî û belgeyan û banoreke kêm li awayê jiyana mirovan kirîye.

Thomas Hammarberg, komîsyonerê berê bo mafê mirovan di konseya Ewrûpa de dibêje rewşa roman felaketeke mirovî ye û divê ku yên siyasetmedar bi berpirsîyarîya xwe rabin:

-Ev derbarê daxwaz û mebesteke siyasî ye, û li dû vê yekê pir dijberîtîya qereç û zîganîsm heye. Ev ne tenê derbarê dezgehên herêmî ye, Hammarberg dibêje, herweha derbarê birêvebirên siyasî ne yên divê bihêz li ser xwe bin û kar bikin,  ji ber ku rom jî xwedan mafê mirovan e.

Yekîtîya Ewrûpayê nuha şert danîye ser welatên endam ku planên birêkûpêk deynin bo baştirkirina rewşa roman û di gulana vê salê de dê civînek li dar bikeve ya tê de welatên endam dê planên xwe nîşan bidin. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".