şefê berê bo hêza istixbaratê ya leşkerî (Must), Stefan Kristiansson. Wêne: Lars Pehrson/Scanpix.

Şefê Must bi bazirganîya saudî nizanîbû

Jêpirsînên derbarê bazirganîya saudî di komîsyona destûrî ya parlamanê de îro berdewam kir. Îro şefê berê bo hêza istixbaratê ya leşkerî (Must), Stefan Kristiansson îfadeya xwe da û hertiştê zane derbarê pereyên ku bi deyin çûn bo FOI, enstîtûya lêkolînerî ya hêza bergirîyê û yên dê bo avakirina şirketa xeyalî ya bi armanca projeya fabrîkeyeke çekan ya saudî biçûna di îfadeya wxe de got.

Li gor Kristiansson, Must nizanîbû bê FOI dê ev pere bi çi armanca bikar bianîya. Ew eşkere nabêje ku FOI wan xapand lê çend carekî di hevpeyivîna li gel beşê nûçeyên radyoya Swêdê, Ekot de got ku wan bi avakirina vê şirketa xeyalî nizanîbûn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".