Karmendên navenda lênerînê sextekarî kirine

Rojnameya Norrländska Socialdemokraten dinivîsîne ku dora 20 karmendên li navendeke lênerînê li herêma Norrbotten de kar dikin, nuha bi nivîsandina belgeyên bo destûrnameya ajotinê bi reş bo nexweşan gûmanjêkirî ne.

Li gor rojnameyê wan di hindirê deh salan de belge ji nexweşên ku êvarîyan serî li navenda lênerînê didan nivîsandine.

Pere bi fermî nehatine rapor kirin û di şûnê de bo aheng û vexwarina çay û qehweya karmendan hatine bikaranîn.

Landstinget, ango mecilisa parêzgehê nuha gilî li ba polîs kirîye û li gor wan derbarê nêzîka 200 000 kron e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".