Xelatgira Alma, Isol ji Arcantîn. Wêne: Alma/Mynewsdesk

Isol ya arcantînî xelata Alma wergirt

Resama kitêbên zarokan ya arcantînî Isol xelata Alma ya vê salê wergirt. Xelata Alma ya herî mezin e di warê edebyata zarokan de û di yanzdeh salan de hatîye pêşkêş kirin. Ev xelat bi hêjayîya pênc milyon kron e û bo bîranîna nîvîskara swêdî ya mezin, Astrid Lindgren hatîye damezirandin.

Navê Isol bi xwe Marisol Misenta ye û ew ji Buenos Aires e, ew resama kitêbên wêneyî ye, nivîskar, grafîker û mûzîkjen û dengbêj e. Yek ji berhemnên wê yên herî bi navûdeng bû çîrokên cejna noelê yên Paul Austers e "El cuento de Auggie Wren" ji  2003 de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".