Wêne: Christine Olsson/Scanpix.

Hejmara nexweşan di du salên dawî de zêde bûye

Hejmara kesên xwe nexweş dinivîsînin li Swêdê di du salên dawî de bi hêz zêde bûye. Li gor kaseya sîgorteyê, Försäkringskassan, ji 2010 de hejmara nexweşnîvîsandinan bi % 35 bêhtir bûye. Hoyên vê zêdebûnê berîya hertiştî ji ber wê ye ku nexweşnivîsandinên demkurt di nav wan yên xwedan kar de bêhtir bûye, lê zêdebûna bi hêz di nav jinên karker û ciwanan de ye.

Wezîrê sîgorteyên civakî, Ulf Kristersson derbarê (vê yekê wisa dibêje) pirsa nexweşnivîsandina di nav jinan de wisa dibêje:

-Ev girêdayî sazkirina malbatê ye. Dema zaroka pêşî di malbatekê de jidayik dibe wê demê neamadebûna li ser kar ji ber nexweşîyê ba jinên genc zêde dibe. Û ev yeka nîşan dide ku hem hoy û ronîkirinên dermanî hene û hem jî yên derbarê sîgorte û temînan e, astengîyên wekhevîyê û dabeşkirina karî li mal û hem jî li ser kar.

Di sala 2010 de hejmara nexweşnivîsandinan rekor kêm bûn û rapora kaseya sîgorteyê bersivdanên zelal nade bo hoya zêdebûna nexweşnivîsandinan di van du salên dawî de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".