Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Çavdêrê NY li Sûrîyê

Swêdîyek lêgerîna çekên kîmyayî birêve dibe

Hat weşandin onsdag 27 mars 2013 kl 10.26
Çavdêrê çekên kîmyayî, Åke Sellström. Wêne:Scanpix

Lêkolînerê swêdî, Åke Sellström yê berîya nuha çavdêrê çekan bû dibe birêvebirê grûpa ku ji alîyê Netweyên Yekgirtî ve dê li çekên kîmyayî di Sûrîyê de bigere. Sellström, pisporê madeyên şerî yên kîmyayî ye û ew beşdarî çavdêrîya çekên kîmyayî û biyolojî ya Neteweyên Yekgirtî bû li Iraqê di salên 1990 de û careke din jî di sala 2002 de.

Erk û wezîfeya wî birêvebirina karê grûpê ye bo ku bizanin bê çi li dar ket, ji ber yek ji herdu alîyên di şer de bi bikaranîna çekên kîmyayî hatîye sûcdarkirin.

Ev gunehbarkirin heye lê ta nuha isbat tune ne bo wê ku çekên kîmyayî di şerê li Sûrîyê de hatîye bikaranîn. Ta nuha hîna nediyar e bê karê çavdêrîyê ya Neteweyên Yekgirtî li Sûrîyê dê kengî dest pê bike.

   

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".