Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Zêdebûneke lawaz di aborîya Swêdî de

Hat weşandin onsdag 27 mars 2013 kl 11.07
Wêne: Christine Olsson/Scanpix.

Zêdebûna di aborîya swêdî de hîna jî lawztir e ji wekî din, enstîtûya konjunkturê, KI, dezgeha ku pêşketina aborî dişopîne û analîze dike, vê yekê di rapora xwe ya mehane ya herî dawî de dinivîsîne. Tên têxmîn kirin ku Hatinîya Neteweyî ya Nesafî dê vê salê bi 1,3 % bilind bibe û bo sala bê bileztir bilind bibe û bigihêje 2,3 %, ev li gor pêşbînîyên nû yên enstîtûya konjunkturê.

Di pêşbînîya çûyî de zêdebûneke bi 0,8% bo 2013 dihat texmîn kirin.

Enstîtû nerîna xwe dide û dibêje ku mecala kêmkirina bacê berîya hilbijartinan tune eger dê armanca jêzêdeyîyê pêk bê. Bi berevajî dê pêwîst be ku bac bilintir bibin piştî 2014.

Bawerîkirineke din jî li gor enstîtûya konjunkturê ew e ku faîza serekî ya bankeya navendî dê her li ser 1,0% bimîne, hem îsal û hem jî sala bê. Di 2015 de dê ji nûve bilind bibe ta dora 1,5 %.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".