Mijarên pûç û kelevajî xelkê ji Facebookê sar dikin. Foto: Paul Sakuma/Scanpix

Xelk ji Facebookê sar dibin

Rexneyên li Facebookê
10 min

Li seranserê cîhanê zêdetir ji mîlyarek însan hesabê wan yê Facebookê heye. Ji bo gelek kesan ew bûye beşek ji jiyana rojane. Tê de dinivîsin bê ew çi dikin, peyaman ji hev re dişînin, wêne, deng û nivîsan bi hev re parve dikin. Lê meyleke acizî û sarbûnê jî êdî di nav bikarînerên Facebookê de tê dîtin.

Berya em behsa sarbûn û aciziyan bikin em guhê xwe bidine xwendekar Revend Şêxo ku her roj dikeve Facebookê de:

Bi mîlyona însan eyn mîna Revend ji ber sebebên cuda rojane dikevine Facebookê de. Lê lêkolîneke nû ya amerîkî nîşan dide ku êdî gelek kes ji Facebookê sar bûne û herçend hesabê wan dimîne jî êdî bi hefteyan ew nakevine vê medya civakî de.

Ji %61ê bikarînerên Facebookê li Amerîka radigihînin ku wan wekî bêhnvedan bi kêmasî du hefteyan ev malpera populär bi kar neanîne.

Ev lêkolîna ku xelk ji Facebookê sar dibin li Amerîka hatiye kirin, lê rojnamevan Nanok Bie ku ji nêzîk ve li medyayên civakî neriye dibêje meyl û tendenseke ku li Amerîka dest pê dike piştî çend mehan digihîje Swêdê jî.

Sebeba ku xelk ji Facebookê sar dibin li gor Nanok Bie mijarên pûç û kelevajî ne.

-         Hin tiştên nebalkêş û pûç mîna parvekirina xwarina şîvê û hwd dike ku xelk sar dibe. Xelk li danûstandineke şexsî, girîng û jidil digere. 

Helkewt Ali bi xwe hiqûqnas e û herçend hesabê wî yê Facebookê heye jî ew pir kêm wê bi kar tîne. Lê sedema ku Helkewt hema hema Facebookê bi kar nayîne ji mijarên pûç bêhtir sîstema Facebookê bi xwe ye.

Ji bo hevpeyvînan li rapora dengî guhdarî bike!


Fråga
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".