Wêne: Roger Vikström/Scanpix.

Bertîlxwarîya li Södertälje tên lêkolînkirin

Ne ji zû de lêkolînek derbarê gûmanên bertîlxwarinê hember kesekî ku di şaredarîya Södertälje de kar dike dest pê kir. Ev rewş beşek e ji geşekirina taybetî ya hember tawankarîya organîzekirî li Södertälje. Ji berê ve heft dezgeh hevkarin di vê geşekirinê de û nuha yekîneya serenserî hember bertîlxwarinê jî tê de beşdar e.

Tên texmînkirin ku tawanên gûmanjêkirî ji 2009 de dest pê kirine û ta dawîya sala par berdewam bûn, lê Alf Johansson, şefdozger li yekîneya seranserî hember bertîlxwarinê, naxwaze ji beşê nûçeyên radyoya Swêdê, Ekot re bêje bê bi duristî ew kesê gûmanjêkirî çi kirîye:

Polîs li gor modêlekê kar dike ya li ser vî bingehî ava bûye, ku tawankarîya organîzekirî li Södertälje bi siyasetê û karê şaredarîyê ve girêdayî ye.

Besim Aho, siyasetmedarekî di şaredarîya Södertälje de ji partîya sosyaldemokratan, li dij terîfkirina polîs derdikeve û dibêje ku nuha êdî dem e ku polîs bingehekî birêkûpêk pêşkêş bike

-Bo min gelekê mezin û ecêb e eger me kesin di avahîya şaredarîyê de hebin, yên bi awayekî yekser yan nerasterast hêsankirin û piştgirîkirina karê tawankarî kiribin. Aho dibêje eger bi vî awayî be tiştekî gelekî mezin û ecêb e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".