Wêne: Lasse Hejdenberg/Polisen
Polîs

Kontrolkirinên nasnameyan pirtir nebûne

Karê rexnekirî ya kontrolkirinên nasnameyan di herêmên tirêna bin erdê de li Stockholmê, ango tunnelbana ku polîs pê radibe û ya ew navê ”kontrolkirina biyanîyan ya navxweyî” lê dikin, li gor statistîkê zêde bûye.

Lê di rastîyê de polîs kontrolên pirtir nakin, lêhûrnerîneke beşê nûçeyên radyoya Swêdê vê yekê diyar dike.

Di şûnê de, Max Åkervall berpirsê polîsê Södertörn li Stockholmê dibêje ku polîs baştir bûye di karê tomarkirina nivîskî ya kontrolên xwe de.

Û li gor lêhûrnerîna Ekot, her di navçeyên polîs yên din de jî bi vî awayî ye. Ev zêdebûn diyar e ji ber rotînên nû yên tomarkirinê ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".