Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Testên goşt sextekarîya goştê hesp nîşan nade

Hat weşandin onsdag 27 mars 2013 kl 15.25
Wêne: Scanpix.

Lêkolîna derbarê berhemên goştî ya dezgeha tiştên xwarinê nîşanên sextekarîya bi qesd ya goştê hesp diyar nake. Bi temamî dezgeh 150 test çêkirine, hem ji xwarina hazir, ya nîvamade, sosên goştê qîme, makarona ravioli ya bi goşt tijekirî û hemburger.

Duanzdeh test nîşan dan ku goştê hesp bi kêmî % 1 di wan de heye, ya li gor dezgeha tiştên xwarinê qebûlbar e, ji ber amadekirina berhemekî goştî yê tam pak nemumkin e. Di van testan de jî şopên ji dermanên hespan peyda nebû.

Li gor ragihandinên telefizyona Swêdê, dê dezgeh li ser daxwazeke swêdî bi testên xwe berdewam be, lê nuha di şûna kontrolên peydakirina goştê hesp de dê li peydakirina goştê beraz di berheman de binerin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".