Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Werziş bo gelek malbatan giran e

Hat weşandin torsdag 28 mars 2013 kl 10.50
Guhdarîya raporê bikie
(6:07 min)
Wêne: Radoyay Swêdê

Di dawîya vê heftîyê de sezona fotbolê dest pê dike, lê metirsî heye ku gelek zarok li derveyê wê bimînin dema pereyên dêûbavên wan nebin bo werzişa wan. Werzişek erzan wekî fotbol kare bi gelek hezar kronî salan e be dema zarok endamê klubekê bin.

Kurê Ibrahim Barsom di klûba fotbolê ya Norsborg IF de li başûrê Stockholmê  dilîz e, û Barsom bala xwe dayê ku rewşa aborî ya gelek dêûbavên zarokên di klûbê de bi zehmet e.

-Rewş îro gelekî zehmet e. Bêkarî bêhtir dibe. Wê demê mirov çawa kare kurekî yan du kurên xwe yan jî keçeke xwe bişîn e fotbolê ? divê ew dêûbav heqê kirê, avê, kehrebê, internet û telefonê bidin, îca pere têrê nakin. Barsom dipirse, mirov çawa bike?

Ew dibîne ku gelek dêûbavên li dora wî perê wan tune ne bo heqê endametîya klûban. Û lîstina fotbolê girantir e ji texmînên mirovî.

Wekî din û bi giştî tên bawerkirin ku fotbol danberhev bi siwarbûna hesp û golf û hockey ya li ser cemedê re werzişeke erzantir e bo zarokan. Lê beşek ji vê yekê rast e, ji ber lêhûrnerîna herî mezin ya yekîtîya werzişê ya seranserî ku di nav hezkirîyên werzişê yê swêdî di 2009 de çê bû diyar kir ku fotbol bi rastî jî yek ji werzişên erzan e.

Lê her dîsan jî mesrefa her zarokekî di klûbeke fotbolê de 3 700 kron e di salê de, eger mirov heqê endametîyê, cil û pêlav, ger, kampên temrînan û hertiştî tevde bijmêr e.

3700 kron hejmareke ku hem federasyona fotbolê ya swêdî jî ecêbmayî hiştî ye:

-Per Widén, şefê pêşxistinê di federasyona fotbolê ya swêdî de dibêje ku ez bi rastî ecêbmayî me û ez bêhtir ecêbmayî dimînim dema ez dibînim ku werzişa golf ji fotbolê erzantir e.

Lê Widén wisa tênegiheştîye ku astengîyek heye û zarok li derveyê fotbolê dimînin dema  ji ber sedemên aborî nikarin di klûbekê de bilîzin:

-Na, min wisa fêhm nekirîye. Ez bawer dikim ku astengî li ser asta klûbê dimîne yan jî li ser asta herêmî. Diyare negiheştîye asta federasyona fotbolê ya swêdî.

Peter Nilsson, serokê klûba fotbolê Bromsten IK ya tê de zarokên ji herêmên hejara û tijî zarok, Tensta û Rinkeby dilîzin ji bersivdana Per Widén ecêbmayî dimîne. Li gor Nilsson ev pirsa aborî û li dervemana zarokan rojana klûbê ye:

-Kur û keçên jîr yên dixwazin fotbolê bilîzin lê perê wan tune. Û ya herî nexweş ew e ku em li yên jîr dinerin. Lê çi ji yên ne jîr dibe ? ez vê pirsê carna ji xwe dikim. Ew zarokên ku ne jîr û perê wan tune ne fotbolê bilîzin, çi ji wan dibe? Ew bi carekê re ne xwiya ne.

Û ku zarokên ji malbatên hejar danberhev bi zarokên din re bêhtir li derveyê werzişa klûban dimînin di rapora ”dema valahîya zarokan” ya bîroya statistîkë ya navendî de eşkere dibe.

Ji hemû zarokan, tenê 65 % di klûbeke werzişê de ne. Di nav malbatên hejar de tenê 45 % ji zarokan di klûban de.

Charlotte af Klercker, berpirsa berhevkirinê ye bo rêxistina Majblomman Stockholmê. Rêxistina alîkarî û yarmetîyê pêşkêşî zarokan dike bi rêya firotina gola Gulanê. Wan di sala par de milyonek dan zarokên bi pêwîstîya yarmetîyê li Stockholmê. Yek ji çar beşên van pereyan, ango 250 000 kron çûn bo çalakîyên werzişê. Bo cil, pêlav û heqê endametîyê di klûban de:

-Ji daxwaznameyên ji me re tên, yên girêdayî bi werzişê ve her bêhtir dibin. Charlotte af Klercker dibêje malbat bêhtir berxeter dibin. Ji gelek malbatan re aborîya jiyana rojane bi zehmet e, û wê demê ji lêçûnên çalakîyên zarokan kêm dikin.

Per Widén, şefê pêşxistinê di federasyona fotbolê ya swêdî de dibêje ku ew hewil didin bandorê li şaredarîyan bikin ku kirêya lokal û ciyên fotbolê kêm bikin, ji bo alîkarîya klûban bikin ku heqê endametîyê û temrînan kêm bihêlin. Lê ji wê pê ve nikarin tiştekî bikin:

-Fotbol, dilxwazî ye. Bêgûman em dixwazin ku herkes fotbolê bilîz e, lê her wekî mirov li alternatîv û çareyên erzantir bo wekî nimûne xwarin û benzînê digere, mirov kare li klûbên hawirdora xwe jî binere eger klûbên din hebin ku erzantir bin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".