Foto: Henrik Montgomery / Scanpix

Partiya Jîngehê balê bide rewṣa mamosteyan

Partiya Jîngehê, Miljöpartiet, li ṣûna kêmkirina baca ṣîrketî dixwaze balê bide rewṣa mamosteyan. Li gorî berdevkê Partiya Jîngehê, Gustav Fridolin pêşniyaza hikûmetê ji bo mamosteyên asta bingehîn û amadeyiyê ye lê partiya wî dixwaze mamosteyên pêşdibistanê û pedagogên dema vala, bi swêdî fritidspedagog, jî bikevin ber vê pêşniyazê.



Hikûmet dixwaze payîzî bi buhayê 2,5 milyarî mamosteyan zêde bike lê Partiya Jîngehê dixwaze vê yekê duqat bike.

- Mesele bê em girîngiyê didin çi. Ji bo me xurtkirina xebata ji bo dibistan û jîngehê ji kêmkirina baca şîrketî girîngtir e, berdevkê Partiya Jîngehê Gustav Fridolin dibêje.

Bi xurtkirina mercên karîyerî û mûçeyên zêdetir armanc dibe ku nirxê pîṣeyê mamostetiyê bê bilindtir kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".