Doktorek li wêneyên rontgenê dinêre. Foto: Fredrik Sandberg/Scanpix.

Peydakirina kanserê hêsantir dibe

Lêkolînek nû peydakirina kanserê hêsantir dike. Komek ku ji hezar lêkoleran pêk tê di lêkolînek nû de hejmarek sedemên genetîk ên kanserê peyda kirine. Lêkolîn nîşan dide ku li dora 80 cûdahiyên genetîk bandorê li peydabûna kanserê dikin.

Li gorî profesor Per Hall ê Karolinska Institutet ev lêkolîn di nava çend salan de dê bikare tehlîl û rêbazên nû yên tedawiyê destnîşan bike.

- Em niha bêhtir fêm dikin û dema ku em sedemên kanserê bizanin em dê bikarin dermanê wê jî peyda bikin, Per Hall dibêje.

  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".