Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Kêm ji ber tawanên PUL ceza digirin

Kêm kes ji ber tawanên li dij qanûna agahiyên kesî, bi swêdî Personuppgiftslagen, tên cezekirin. Van şeş salên dawiyê, salê 200 gûmanên tawanî bûne. Ji van tenê sê heta bi dozê çûne û ji wan sêyan jî tenê carekê encam ceza bûye.

Li gorî dozger Jerker Asplund, ev statîstîk nîşaneya wê ye ku divê zanebûn û naskirina qanûna agahiyên kesî zêdetir bibe.

Piraniya giliyên polîs yên têkilî bi qanûna agahiyên kesî hene, di derbarê belavkirinên li ser înternetê ne, weke mînak wêneyên bi kesên tazî, agahiyên tawanî, meyla siyasî û eslê etnîkî yên mirovan.  

Fikira li pişt qanûna agahiyên kesî ew e ku rûmeta kesî biparêze dema agahiyên kesî tên bikaranîn.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".