Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

"Mafya Södertälje mîna ya Sîcîlya ye"

Mafya Södertälje
6:34 min
Amir Rostami. Foto: Sveriges Radio

Di tarîxa Swêd de cara pêşî mirov dikare behsa tevneke mafya bike ku li Södertälje di gelek waran de şaxên xwe vedane. Ev gotinên polîsê di warê rêxistinên çetewarî de pispor Amir Rostami ne. Li başûrê Stockholmê, li Södertälje berê polîs li ser komên çetewarî yên ku şidet bi kar dianîn disekinî, lê niha behsa şêweyekî nû yê sûcan, behsa rêxistineke mafyawarî ya aborî tê kirin.

Li şaredariya Södertälje lêkolînek li hemberî sûcên rêxistinkirî hatiye kirin û di asta şaredariyê bi xwe de jî gumanên ku şaxê karmendan digihin mafya hene.

Amir Rostami hem polîs e hem jî di warê sosyolojiyê de lêkolîner e. Rostami ji nêzîk ve li rêxistinên sûcdar yên li Södertälje nêrîye û ew dibêje tevneke berfireh ya mafya ava bûye ku lingekî wê di meydana legal de û yek di ya îlegal de çalak e.

Havîna 2010ê lîstikvanekî futbolê û birayê wî li Södertälje hatine kuştin. Piştî vêya polîs lêpirsîneke berfireh da dest pê kirin, gelek kes girtin û bi vêya re şidet û kotekiya li kolanên Södertälje kêm bû. Şêniyên bajêr şahidtiya vê yekê dikin û statîstîk jî aramiya kolanan piştrast dike. Lê di pişt vê aramiyê de xuya ye ku xebateke bêdeng ya îllegal ya berfireh tê meşandin.

Bi raya Amir Rostami karê îlegal ewqas berfireh û bi zanîn tê birêvebirin ku  ji bo cara pêşî di tarîxa Swêdê de mirov dikare behsa rêxistineke mafya bike.

- Eger mirov binêre bê mafya ji çi re tê gotin û sikeletê wê ji çi pêk tê? Mirov dikare vêya bêje, mafya rêxistiniyek yan struktureke ku dikare û şiyana wê heye ku tesîrê li dezgehan bike. Ango ew dikare tesîrê li warê aborî, olî, çandî, siyasî û hiqûqî bike. Li Swêdê tenha cîyê ku mirov dikare behsa rêxistiniyekê bi vî awayî bike ku hema hema di hemû van waran de şaxên xwe belav kirine Södertälje ye. Tenê warê ku şaxên wan xuyaye negihanê meydana hiqûqî ye ku hîna ew nikarin tesîrê lê bikin.

Û di van warên ku mafya ketiyê de Amir Rostami mînakên berbiçav dide:

-         Li Södertälje tu nikarî dikanekê vekî yan ticaretekê bikî bê ku rêxistinên îlegal neyên serdana te. Di nav komeleyan de hene, di nav saziyên olî de hene û di nav siyasetê de kesên têkiliyên wan bi van rêxistinên sûcdar re hene peyda dibin. 

-         Yanî weke nimûne gava mirov dikanekê vedike, têne cem mirov û mirovan mecbûrê dana pereyan dikin. Wekî din gelek kes ji van koman pereyan deyn dikin, dibine deyndarê wan û bi awayekî dikevine xefka wan de.

Derheqê awayê rêxistiniya mafya li Södertälje de jî Rostamî dibêje:

-         Rêxistiniyeke tevlîhev e û gelek aliyan dihewîne nav xwe, lê xala wan ya hevbeş ew e ku bi awayên qaçax û îlegal pereyan kom dikin, ji bo ku paşê van pereyan di branşên legal de bi kar bînin. Ango berhevkirina pereyan bi qaçaxî tê kirin lê sermayedanîn eşkere bi rêyên qanûnî ye.

Çaxê mirov li demografiya Södertälje dinêre tê dîtin ku bi taybetî ji rojhilata navîn gelek komên biyaniyan lê dijîn. Bes bi raya Rostami tu elaqê vî karê neçê bi nijad û etnîsîte nîne.

-         Mesele ne etnîsîte ye, nexêr. Hin malbatên mezin û xurt hene, tu axa yan reîsên van malbatan nînin, lê ew destekê didine hev û ji bo li Södertälje pozîsyona xwe bihêztir bikin, rê ji hev re xweş dikin.

Ê naxwe sebeba ku weke navend ev rêxistinî li Södertälje tê kirin çî ye? Amir Rostami di vira de balê dikişine ser xalên hevbeş yên Södertälje û Sîcîlya. Ew dibêje:

-         Di dawiya salên 70î de gelek malbatên ku armanca wan ew bû sermayeyeke malbatî avabikin hebû. Dewlet û dezgehên hingî ji vêya re nehazir bûn û cidî negirtin. Û destûr hate dayin ku ev struktur pêş bikeve. Heta ku em gihane roja me ya îro.

Li gor Rostami herçend rêxistiniya mafya li nav gelek dezgehên resmî şax vedabin jî tu îşaret nînin ku şîyana wan ewqas xurt bûbe ku tesîrê li meydana hiqûqî bikin.

Lê tenê bi tedbîrên hiqûqî mirov dê nikaribe pirsgirêkê çareser bike.

-         Eyn mîna li Sîcîlya tevgereke civakî, siyasî û sivîl pêwist e, dibêje Rostami. Welatî û komeleyên li Södertälje divê mîna gelê Sîcîlya bêjin “Basta“, ango êdî bes e! Hingî mirov dê bikaribe ji heq vê pirsgirêkê derkeve.


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".