Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Yek li malê bimîne meaşê gişan kêm dibe

Hat weşandin torsdag 28 mars 2013 kl 14.48
Serokê klûba IF Metall Björn Jansberger li ber şîrketa Paroc li Hällekis. Foto: Pernilla Wadebäck/ P4 Skaraborg.

Ṣîrketa îzolekirina xaniyan Paroc sîstemek prîmê çêkiriye ku dema hevkarek ji ber nexweşiyê yan jî piştî qezayekê li malê dimîne, meaşê hemû hevkaran kêm dibe.

Sendîkaya IF Metall dibêje ev cezakirinek giştî ye û serokê klûba IF Metall Björn Jansberger hişyariyê dike ku encam pirsgirêkan derxîne. Dema hevkarek li malê bimîne, hevalên kar dikarin bifikirin ma gelo bi rastî nexweş e û dema qezayek bibe jî mirov ji bo ku prîma wan kêm nebe dema birîndar in jî kar bikin, Björn Jansberger dibêje.

Li gorî şîrketa Paroc, sîstema prîmê dê rê li qeza û rojên nexweşiyê bigire û kargiran teşwîqî berhemdariyê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".