Wêne: Erik G Svensson / Scanpix.

Pêşnîyazek nû di giftûgoyên endustrîyê de

Grev di nav karkerên warê avakirinê de nabe, ev piştî ku alîyên beşdar di giftûgoyên peymanê de doh li hevhatin. Pirsên sereke merc û jîngeha ciyên kar bûn bo karkerên warê avakirinê. Û li hêla din jî, îro serê sibê xwedanên karî û sendîke di giftûgoyên peymana warê endustrîyê de pêşnîyazeke nû bo peymanê ji bo nêzîka nîv milyon karkerî wergirtin.

Û yên nvaberk ji sibehê de li bendî bersiva wan nin. Hemû alîyên giring di van giftûgoyan de li lokalên rêxistina xwedanên karî ya bo şirketên teknîkê li Östermalmstorg di navenda bajarê Stockholmê de amade bûn, ji bilî sendeîkeya IF Metall ya ji nîvro ve beşdar bû.

Alîyên di van giftûgoyan de ji doh ve bê peymanin û ev yeka tê bi wateya ku hem sendîke û hem jî xwedanên karî karin pêşagahdarîya tedbîrên şerî bidin.

Lihevhatin û peymana di warê endustrîyê de rênîşander e ji asta bo temamê bazara karî re, li gor Anders Jelmin, nûçegihanê bazara karî yê radyoya Swêdê.

-Bi tevahî dê 2,6 milyon karker li Swêdê peymanên miaş yên îsal werbigrin û astên miaş yên nuha di giftûgoyên peymanên endustrîyê de li ser lihev dikin dê biryara asta miaşan bo temamê bazara karî bide.

Anders Jelmin dibêje warê endustrîyê ji derve ve di berxetera hevrikîyê de ye û eger miaşên endustrîyê zêde bilind bibin wê demê Swêd li paş dimîne di warê miaşên branşên din de.

Xwedanên karî di roja yekşemê gotin erê bo pêşnîyaza bi tevahî bi 6,6 % li ser sê salan, ji wan 6 % bo bilindkirina miaşan û 0,6 % bo herweha teqawidîya beşî . Lê sendîke qebûl nekirin, li gor nerîna serndîkeyê ev asteke nizim e.

Nuha garantîya kesî, dema karî ya guhertî û miaşê dûbavîtîyê yê dirêjkirî di nav alîyên beşdart de tên şîrovekirin.

Lê ev pêşnîyaza nû derbarê çi ye, hîna jî ne diyar e. Lê li gor Jelmin ihtîmaleke mezin heye ku derbarê wan xalan be yên sendîke di pêşnîyaza dawî de qebûl nekiribûn:

-Astên miaş û ku hîna jî beşin kêmin di warê sîgorteya dêûbavîtîyê de ya di pêşnîyaza dawî de tune bûn. Îca sedî ev beşek e ji naveroka vê pêşnîyaza nû ya nuha bo sendîkeyan hatîye pêşkêş kirin û li alîyên beşdar li bendî bersivekê ne derbarê wê.

Û derbarê pirsa ku eger xwedanên karî dê asteke miaş ya bilindtir qebûl bikin di van giftûgoyan de, Anders Jemlin wisa dibêje:

-Ez bi xwe bawer nakim. Dema serokên bêalî yên van giftûgoyan bi rê ve dibin pêşnîyaza imkanên ew mumkin dibînin bo bilinkirina miaşan pêşkêş dikin wê demê sendîke ji wê bêhtir wernagir e. Ji sedî yek bêhtir yan kêmtir belkî karibin werbirgirin lê ne ji wê bêhtir.

Sendîkeyên di giftûgoyan de beşdar in pêncin, IF Metall, Unionen, Sveriges Ingenjörer, Livsmedelsarbetareförbundet och GS.

Û li alîyê xwedanên karî di nav wan de Industriarbetsgivarna, Industri- och kemigruppen û herweha Teknikföretagen.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".