Kêmasîya personelên ji bo mêyzîna temenmezinan zêde ye.

Ji çar kesan yek endamê sendîkaya Kommunal dibêjin ku kêmasîyeke mezin di nava personelên biranşa mêze kirina temenmezinan de heye.

Sendîkayê lekolînek di navbera endamên xwe de kirîye û herwaha di encama vê de raporek amade kirîye.

Li gor vê raporê ji %28 kes dibêje ku kêmasîya personel heye û ji %27 kes jî dibêje eva be guman ji bo temenmezinan tiştekî gelek xeter e.

Annelie Nordström ku berpirsîyarê sendîkayê ye ji televîzîyona Swêd re dibêje; xebatkar di nava sitreseke zor da kar dikin û eva jî hem ji bo xebatkaran, hem jî ji bo temenmezinan gelek xeter e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".