Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Evin Incir

"Du daxwazên ciwanan ji kongra S hene"

Hat weşandin tisdag 2 april 2013 kl 17.46
Kongreya Sosyaldemokratan
(7:11 min)
Endama birêvebiriya SSU Evin Incir dide zanîn ku ew ê wek ciwan du daxwazên mezin ji partiya sereke bikin. /wêne: Facebook

Sibê li Göteborg kongreya Sosyaldemokratan dest pê dike û heta yekşemê ew dê berdewam be.

Biryarên ku di kongrê de bêne girtin wê ji siyaseta Sosyaldemokratan re bibe bingeh û bi wê bernameya ku ji wira derkeve Sosyaldemokrat wê biçine hilbijartinên sala bê.

Serokê Sosyaldemokratan yê niha Stefan Löfven piştî îstifaya Håkan Juholt bi awayeki lezûbez ji aliyê birêvebiriya partiyê ve hatibû hilbijartin. Niha kongre wê ji bo serokatiya wî biçe dengdanê û di hilbijartina wî de nayê payîn ku tu giftûgo derkevin.

Lê çend pirsên siyasî hene ku partî li ser ne yekfikire. Û di hinek ji van pirsan de dubendî di navbera partiya sereke û baskên ciwanan SSU de heye.

Ji bo gotûbêja li ser van pirsan me hevpeyvînek bi endama birêvebiriya Federasyona Ciwanên Sosyaldemokratan (SSU) Evin Incir re kir. Me ji Incir pirsî bê ciwanên sosyaldemokrat wê di kongrê de çi daxwazan ji partiya xwe bikin?

Ji bo hevpeyvîna bi Evin Incir re li rapora dengî guhdarî bike!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".