Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Kêm kes dixazin bibin dadger

Wêne: Henrik Montgomery/Scanpix.

Di gelek dadgehan de kêmasîya dadgera heye. Ev jî nîşan dide ku ne gelek kes dixazin bibin dadger. Ji ber wî jî di gelek dadgehan de dadgerên teqawit kar dikin.

Ragnar Palmkvist ku di komisyona dadgeran de şefê qelemê ye, ji bo ne li cî hatina hiqûqê, bi endîşe ye.

– Dema ku kêm meriv di dadgehê da bin, doz nikare were dîtin û eva jî ji bo li cîh anîna heq û hiqûqê talûke ye.

Em hê nehatine wir lê belê ku pêvajo awha berdewam bike ev talûka heye, dibêje Ragnar Palmkvist.

Dema ku karekî ji bo dadgerîyê çê dibe, hinek caran kes serî lê nade yan jî kêm kes.

Dema ku li bajarê Kalmarê du karê dadgerîyê peyda bu, pey du mehan kesekî serî lênedabû û kirîzekî mezin çê bû. Di dawîyê de ew mecbur bûn û ji dadgerê teqawitbuyî alîkarî girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".