Wêne:Scanpix

Santralên nukleer îsal baş kar dikin

Santralên enerjîyê yên nukleer Forsmark û Ringhals di zivistana îsal da bi awayekî xurt kar kirin û ji ber wî jî fîyeta alektirîkê jî erzantir bûye.

Di salê berê de ev santralana gellek caran ji sedemên xerabûnê teknîkî, bi awayekî baş kar nedikirin.

Wek nîmune, bi sala berê re qîyas îsal santralan bi %26 zêdetir kar kiriye.

Sala berê santrala Ringhals ji sedemê şewitandinekî demeke dirêj hatibû girtin.

Tornbjörn Wahlborg di şirketa Vattenfal da şefê enerjîya nukleerê ye.

– Di salê dawîye de em dihatin rexnekirin ji bo ku santralên me baş kar nedikirin, lê sala îsal wezîyet gelek baş e. Ji ber vî jî em pir kefxweş in, dibêje, Torbjörn Wahlborg.

Di sala 2009 da li gor tesbîtê IAEA organa Neteweyên Yekgirtî ji bo nuklerê di Evrupayê da santralên Swêd yên nukleer yên herî ne baş bun. Û di hemî dinyayê de jî tû santral wek yên Swêd ji nişkê va nedihatine sekinandin.

Li gor şirketan sedemên van sekinandinan restore kirinên mezin bûn. Li gor wan eva pêwîst bu ji bo ku santral bikaribin demeke dirêjtir kar bikin û herwaha bêtir aletirîk peyda bikin.

Di dema pêşerojê de şirketa Vattenfall wê bi 16 mîlyar kironî restore çê bike, lê ew soz didin ku eva wê nebe sedemên sekinandinên nû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".