Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Perwerdeya Swêd ne baş e

Wêne: Pontus Lundahl/Scanpix.

Li gor lêkolîneke navnetewî perwerdeya Swêd ya gîştî ne serkeftî ye, dibêje rojnama Dagens Nyheter. Li gor vê lêkolînê perwerda Swêd bê tesîr e, yan jî ji şagirtan re zirar e. Herwaha feydeya reformên ku di salê dawîyê de hatine kirin jî nebûye.  

Lê Eva-Lisa Syren berpirsîyarê yekîtîya sendîkaya mamostan vê rexneyê rast nabîne û dibêje ne tenê metodek ji alîyê mamostan ve tê bi karanîn.

– Mamoste gelek metodan bi kar tînin û xwe li gor şagirtan amade dikin, eva jî ji bo wan gelek girîn e. Ji bilî vî mamoste jî wê kêfxeş bibin heger ku lêkolîneke rast di derbarê kêmasî û başîyê perwerdê de were amade kirin, dibeje Eva-Lisa Syren.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".