Wêne: Maja Suslin/Scanpix
Tomas Ramberg, şîrovekarê radyoya Swêdê

”Rewşa partîya sosyaldemokratan pir xirab e”

Guhdarîya raporê bike
5:37 min

Partîya sosyaldmeokratan di van salên dawî de siyaseteke nehêrîşkar û bêdeng meşandine, û ji ber pirsên navxweyî ji hundir ve jî hatîye hejandin. Herçend ku nuha hejmarên raya giştî diyar dikin ku piştgîrîya bo sosyaldmeokratan piçekî bêhtir bûye, Tomas Ramberg, şîrovekarê radyoya Swêdê di warê pirsên siyaseta hindirîn de dibêje ku rewşa partîyê zêde xirab e.

-Rewşa sosyaldemokratan pir xirab e. Wekî ku pêşî agirê mirovî 40 be û pişt re piçekî dakeve û bibe 38 derece. Tomas Ramberg dibêje li gor wan rewşa wan ber bi başîyê ve diçe.

Hilbijartinên di dema Mona Sahllin de ya herî xirab bû di dîroka sosyaldemokratan de û dema îstîfakirina Håkan Juholt partî di rewşeke dijwar de bû. Lê herçend ku nuha hejmarên raya giştî diyar dikin ku piştgîrîya bo sosyaldmeokratan piçekî bêhtir bûye her li gor Ramberg rewşa partîyê zêde xirab e.

Qezencên di warê refahê de pirsa herî mezin e di kongreya partîya sosyaldemokratan de, lê her ev pirs e ya partîyê jihevbelav dike. Pêşnîyazên partîyê mercên tundtir e û kontroleke bêhtir e bo aktorên kesî di warê dibistanê û lênerîna tenduristîyê de. Ev pirs dê bi berfirehî roja înîyê bên şîrove kirin.

Jonas Hinnfors, profesor di warê siyasetnasîyê de li zanîngeha Göteborg, dibêje ku xeteke cihêbûnê ya zelal heye di partîyê de dinavbera birêvebirîya partîyê û beşin ji partîyê yên dixwazin qezencên di refahê de rakin:

-Jonas Hinnfors dibêje eger em li dû şîroveya berîya kongreyê herin dê şîrove gelekî tund be. Zelal û eşkere ye ku du pêl hene derbarê pirseke hesas ya sîmbolîk.

Yekîtîya ciwanan û yekîtîya jinan helwesteke hember birêvebirîya partîyê wergirtin e, û piştgîrîya pêşnîyaza rêxistina sendîkayan, LO ya derbarê bisînorkirina qezencan e di şirketên warê lênerînê, dibistanê û warên din yên refahê ku bi pereyên bacê hatine finansekirin. Û li hêla din birêvebirîya partîyê naxwaze sînorekî deyne bo qezencên di refahê de, di şûnê de dixwazin cend qaydena bişidînin bi armanca bilindkirina kvalîteyê di refahê de.

Serokê partîyê Stefan Löfven ta nuha her li ser xeta xwe ma ye, ku sînoran daneîne bo qezencên refahê. Îca dê di vê pirsê de jîrbûn û zanistîya xwe wekî birêvir û serok nîşan bide.

Kongreya partîyê, ku organa herî bilind ya biryardar e îro dest pê dike û ta heftê nîsanê berdewam e. Sibe, roja pêncşemê Stefan Löfven fermî bo serokatîya partîyê tên hilbijartin.

Li gor Tomas Ramberg, Löfven ne bi nêta qezenckirina hilbijartina ye lê ew dê bike ku hevalbendîya burjiwa di hilbijartinan de bixesirin:

-Löfven dê karibe vê yekê bike eger xwe tevlî kêm pirsa bike, tenê ew pirsên zane ku dê karibe bandoreke baş lê bike û hilbijêran bikişîne xwe û pirsa kar yek ji wan e ya hevalbendî di hilbijartinên 2006 de tê de bi serketin.

Li gor Ramberg ev yeka kare stratêjîyeke jîr û biserketî be ji alîyê sosyaldemokratan û Löfven ve, ji ber îro hevalbendî astengîyên xwe hene di warê karî de.

Û profesor Jonas Hinnfors jî bawer dike ku dê Löfven her li ser pirsa siyaseta kar rawest e, ew yek ji pirsên herî giring in bo Löfven. Û derbarê pirsa peydabûna ihtîmala ku sosyaldemokrat mecbûr bibin hikûmetekê bi partîya jîngehê û partîya çep re piştî hilbijartinan saz bikin, Hinnfors wisa dibêje:

-Eger rewş parlamanî wisa be ku ew bibin hindikayî û mecbû rbibin pirna saz bikin wê demê ez bawer dikim ku qebûlkirineke mezin bo partîya jîngehê heye. Lê, Hinnsfors dibêje bêgûman ne hêsan e, ji ber di pirsên sereke de xwedan nerînên cuda ne.

Û li gor wî îhtîmal kêmtir e ku sosyaldemokrat bixwazin bi partîya çep re di hikûmetekê de rûnên. Ji ber hema ne pirsek ji yên Löfven dixawze li ser bisekine nêzîkî pirsên partîya çepin. Her weha di pirsên wan yên berbiçav ji alîyê îdyolojîyê ve jî ji hev dûrin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".