Wêne: scanpix

Bê karî hinekan mîlyoner dike

Bê karî hinekan dewlemend dike
3:58 min

Ne bi tenê lênêrîn, dibibistan, xîzmetên ji bo zarokan û temenmezinan hatîye şexsî kirin di van pênc salê dawîyê de bêkarî jî hatîye şexsî kirin. Daîreya karî bi milyaran kiron daye şîrketên şexsî ji bo ku alîkarîya bê karan bikin. Eva li gor lêkolîneke ku televizyona Swêd çê kirîye.

Sala 2008 an hikûmatê qerar da ku bi tevî daireya karî şîrketên şexsî ji bikaribin bê karan re alîkar bibin. Ev şîrketana hem di kar dîtinê de hem jî di rehabîlîte kirinê de alîkar dibin. Ji wî vir ve Daîreya karî nîzîkî 5 mîlyaran xercê van şîrketan daye.

Ji wan 20 şîrketên ku televîzjona Swêd lêkolîn li ser çê kirîye û ku hemû hatina xwe ji daîreya karî digrin qezanca wan ya sala 2012 ji sedî 25 e. Magnus Henriksson ku midûrê gistî yê enstîtuya bazirganîyê ye û Zanîngeha Stockholmê de profesorê fakulteya ticaretê ye dibêje; eva wek du qat bûna çê kirina xanîyan bi nişkê ve be. Ew dem çi dibe? fîyeta xîzmetên û materîyalê xanîyan jî bahatir dibe. Ji ber ku her kes dizane  tu mecburî van tiştan bikirî. Yanê di dawîyê de çêkirina xanîyan bahatir dibe.    
Ji sedî 25-30 qezenc tê wê menê ku ji çar kironê ku ew ji daîreya karî distînin kironekî wî qezenc e.

Dema ku Daîreya karî jî van şîrketan xîzmet digire ew hinek dawxazan ji wan dikin. Wek taybetîya wan çî ye û ewê bi çi awayî ji bê karan re alîkar bibin? Lê di vir de ew li qezenca wan nanihêrin. Jan-Olof Dahlgren midirê îdarê bi gîştî dibêje; bi rastî kontrolkirina van şîrketan ne karekî hêsan e.  

– Heya ji destê me tê em dinihêrin û van şîrketan bi hevdu ra miqayese dikin, ji bo ku neheqîyê ji nekin u herwaha bahakî giran jî nedin wan. Le belê eva karekî ne rehet e, gere meriv her dem bimeyzîne û miqayese bike, dibêje Jan-Olof Dahlgren.

Di derbarê ku gelek ji van şîrketan ji sedî 25-30 qezenc dikin de ji Jan-Olof Dahlgren dibêje; bi rastî eva gelek zêde ye.

Personalstrategerna ji wan şîrketan yek e ku Daîreya karî alîkarî jê girtîye. Qezenca vê şîrketê jî gelek bilind e. Li gor lêkolîna Televîzyonê herdû xwedîyê wê Per Fredriksson û Johanna Pettersson heya naha bi qasî 50 miljon kironî bi şexsî ji şirketê kişandine. Lê li gor xebatkarekî wanê berê Sandra Lundin ku di derbarê rehabîlîte kirinan bê karan de alîkar dibû, dibêje ew di binê streseke mezin de bûn û rewşa karkeran herwaha gellek ne baş bû.

– Di navbera zemanê ku min kar dikir, her dem personal kêm bûn. Ew mecbur bun alîkarîya gelek kesan bibûyana, şîrketê zef bê kar ji me ra dişandin. Yanê kar gelek bi stres bu.

Sandra Lundin dibêje şîrketê sabuna ji bo dest şuştinê jî nedida karkeran. Ji ber wî jî ewê sabûn û ji bo çay çekirinê jî demliga çay ji mal dibir.

Li gor profesor Magnus Henreksson dema ku şîrketek hem qezenceke mezin dike û hem jî ji karkeran şîkayet digre, ev tê wê menê ku kontrola Daîreya karî baş li ser van şîrketan nabe. Gere Daîreya karî bimeyzîne ka ev pereyê giran ku ew didin van şîrketan bi awayekî baş tê bi karanîn yan na.   

Sandra Lundin naha sond xarîye ku car din ji şîrketa Strategerna re kar neke.

– Na ez car din ji wan re kar nakin. Baştir ê ku ez bê kar bigerim, dibêje ew.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".