Di kongreyê de Stefan Löfven jî dê weke serok bê hilbijartin.

BDP û YNK jî mêvanên Sosyaldemokratan e

Daxwazên ciwanan ji kongreya Sosyaldemokratan
7:11 min

Kongreya Sosyaldemokratan li Göteborg dest pê dike. Ji Kurdistanê jî nûnerên Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP û Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê YNK tevî kongrê dibin.beşdar dibin.

Sosyaldemokrat îro li Göteborg dest bi kongreya xwe dikin.

Di kongreyê de tê payîn ku Stefan Löfven weke serok bê hilbijartin û endamên nû yên desteya birêvebir ku jê re dibêjin (Verkställande Utskottet) bêne destnîşankirin.

Ji bilî van biryarên rêxistinî herwiha helwesta partiyê di pirsên girîng yên siyasî de çaverêye ku bêne zelalkirin ji ber ku bi vê kongrê stratejiya partiyê ya hilbijartinên 2014ê wê bê diyarkirin.

Li gor parlamentera Sosyaldemokratan Shadiye Heydari atmosfera pêşberî kongreyê pir xweş e û pirsan giran ku ew dê giraniyê bidinê kar û perwerde ye.

Di kongreya Sosyaldemokratan ya çarrojî de derdorê 350 siyasetmedarên partiyê beşdar dibin. Ji bilî siyasetmedarên swêdî nêzîkê 100 nûnerên navnetewî jî dibin mêvanên Sosyaldemokratan. Piraniya van nûnerên partiyên endamên Sosyalîst Internasyonal in yan jî nûnerên partiyên ku Sosyaldemokrat wan weke dost dihesibînin.

Di nav mêvanên Sosyaldemokratan de ji Kurdistanê nûnerê Partiya Aştî û Demokrasiyê BDP û Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê YNK jî tevî kongrê dibin.

Ji bo hevpeyvîna bi wan re guhdariya rapora dengî bike!


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".