Serokê partîya sosyaldemokratan Stefan Löfven. Wêne: Jessica Gow/Scanpix.
Stefan Löfven

"Bêkarî li Swêdê dê ya herî kêm be di YE de"

Guhdarîya raporê bike
5:40 min

Eger sosyaldemokrat di hilbijartinên sala bê de biserkevin dê Swêd xwedan asta bêkarîyê ya herî nizim be di temamê Yekîtîya Ewrûpayê de sala 2020. Stefan Löfven, serokê partîya sosyaldemokratan doh êvarî soza vê yekê di axaftina vekirinê ya kongreya partîyê de da.

-Em dê xwe bigihînin asta bêkarîyê ya herî nizim di temamê Yekîtîya Ewrûpayê de. Ev beşê ji armanca erkdardar , lê em dê herweha xwe bigihînin mijûlahîya tam û kamil. Löfven berdewam kir û got, hevalno, ev e siyaseta sosyaldemokrasîyê.

Îro asta bêkarîyê li Swêdê 8,2% ye û asta herî nizim di temamê Yekîtîya Ewrûpayê de ya Nemsa ye ango Austurîya, ya 4,8 % ye. Armanca nû ya sosyaldemokrat bo 2020 danîne tê bi wateya binîvkirina asta bêkarîya ya îro li Swêdê. Hikûmeta sosyaldemokrat ya berê tûşî rexneyên tund bû ji alîyê burjwazîyan ve yên wan bi pêştaqwidkirina mirovan sûcdar dikirin wekî awayekî kêmkirina asta bêkarîyê.

Lê Stefan Löfven dibêje ku vê carê dê wisa nebe. Bo giheştina armanca kêmkirina bêkarîyê divê bêhtir kes kar bikin û saetên karkirinê yên pirtir jî pêwîstin:

-Bo vê armancê divê em li du tiştan binerin. Yek ji wan ku bêhtir kes kar bikin û ya din saetên karî yên bêhtir di aborîyê de û ew e ya dê ji me re diyar bike me imkana çi refahê heye.

Û derbarê axaftin û sozên Stefan Löfven, sekreterê partîya moderatan Kent Persson ji bîroya rojnameyan ya nûçeyan, TT re dibêje Löfven qesrên xeyalî bê naverokek konkrêt û berçav ava dike.

Lars Stjernkvist, sekreterê berê yê partîya sosyaldemokratan û yê îro endamê şaredarîya Norrköpingê ye, bi armanca Löfven geşbîn e û li gor wî pirsa kar ji pirsên hibijartinê yê herî giringin:

-Taybetmedîya partîyeke hikûmetê yan jî partîyeke berpirsîyarîdar ew e ku mirov derbarê ya piranîya milet nearam dike biaxive. Stjernkvist dibêje, bi rêzgirtina ji bo pirsa qezencên di refahê de, ez bawer dikim ku ya herî bêhtir milet nearam dike ne ew e lê pirsa karî ye.

Nerîna derbarê pirsên herî giring di hilbijartinê de, wekî nakokîyeke navbera alîyê çep û rast di partîyê de hatîye hatîye bas kirin. Yek ji wan yên li ser alîyê çep di partîyê tên jimartin Lena Sommerstad e, seroka yekîtîya jinan di parttîyê de.

Li gor wê bi beravajî ye, partî dikeve metirsîya nezelalîyê de eger bi tundî bo pirsa qezencên di refahê de kar nekin.Lena Sommestad dibêje îdyolojî gelekî giring e:

-Ez ji wan im yên dibînin ku giring e em di warê îdyolojîya me de zelal bin, ku me îdyolojîyeke hebe ya li ser bingehê siyseta refahê ya giştî bên avakirin, li ser piştgîrîyê  û ku hemû mirov xwedan heman şansê jiyanê bin.

Û ji alîyê pirsa qezencên di refahê de giring e em zelal bin. Ji ber metrisîyên berdewamîya vê modêlê heye, wekî nimûne di warê dibistanê de ya em tê de dibînin ku em bêhtir ber bi newekhevîyê û cudahîyê ve diçin.

Em vê yekê naxwazin. Û li gor nerîna min, Sommestad dibêje pêwîst e em vê modêla hevrikîyê di dibistanan de rawestînin.

Lê pirsa kar hem li gor Sommestad jî ji pirsên giringin di hilbijartinên bê de lê divê bi wê re ev siyaseta refahê ya îro li gor wê bikêr nayê bên guherîn:

-Ez bawer dikim ya herî giring ew ku mirov his bikin ku dê êdî guherîn li dar bikevin. Ku bi siyaseta sosyaldemokratan re jiyana min cuda bibe. Ku hem grûpên mezin yên bêkaran û hem jî yên girêdayî sektora giştî nin bibînin ku ev e ew partîya ku refaha Swêdê avakirîye û ya zane bê refah çawa bi rêve diçe. Ez hêvîdarim, Sommestad dibêje ku her mirovekî bi serê xwe vê tiştï his bike, ku bi birêvebirîya sosyaldemokratan re dê guherîn li dar bikevin.

Kongreya sosyaldemokratan ya li Göteborg her îro jî berdewam dike û bernameya wan ya îro bi şîroveya derbarê siyaseta aborîyê dest pê dike.

Û her îro jî Stefan Löfven fermî ji alîyê kongreyê ve bo serokatîya partîyê tên hilibijartin û pişt re dê axaftina xwe ya fermî pêşkêş bike. Dema serokê sosyaldmeokratan sala par dest bi wezîfeya xwe kir di demke dramatîk de bû bo partîyê piştî istîfa kirina pêşkarê wî, Håkan Juholt. Wê demê Löfven tenê ji alîyê birêvebirîya partîyê ve hate hilibijartin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".