Ciwan bêhtir dermanên antîdepresîv dixwin

Ciwanên Swêdê her diçe bêhtir dermanên aramkar û yên antîdepresîv dixwin. Ji sala 2006:an ve xwarina dermanên aramkar %70 û yên antîdepresîv jî %50 zêdetir bûye, li gorî hejmarên weqfa serbixwe ya tora epidemiyolojiya dermanên tibî NEPI.

Nadja ya 25 salî piṣtî ku rastî destdirêjiya cinsî hat û di warê psîkolojî de nerehet bû, sê salan dermanên giran xwar û pabendî wan bû. Ji dermanên ku doza wan hema zêdetir dikirin pêve tu alîkarî nedan min, Nadja dibêje, xwezî alîkariya derûnî  bidana min ji ber ku dermanan hestên min ditevizand û beramberî jiyanê min bêhis dikir, Nadja dibêje.

Li gorî ṣefê NEPI Mikael Hoffmann, van salên dawiyê ji bo pirtir dermanên tibî destûr tê dayîn ku bijîṣk reçeteya wan ji nûciwan û ciwanan re binivîsin ku ev jî sedema zêdebûna karanîna van dermanan e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".