Cîh li nexweṣxaneyên Swêdê tune

Ev serê çend salan e gazin dibe ku nexweṣxaneyên Swêdê tijî ne û cîhê nexweṣan kêm e. Ṣaredarî û meclîsên wilayetên Swêdê SKL ev pirs lêkolîn kiriye û cara yekê ye ku di vê derbarê de hejmarên statîstîkî belav dike.

- Ev pirsgirêk pir cidî ye hem ji bo ewlekariya nexweṣan û hem ji bo jîngeha karî ya endamên me ku nikarin karê xwe bi awayê herî baṣ bikin, cîgira serokê yekîtiya lênêrînê Vårdförbundet, Pia Arndorff  dibêje.

Pia Arndorff dide zanîn ku wan wek Vårdförbundet hewl daye ku bandorê bikin ji bo ku ev rewṣ bê guhertin lê bi ser neketine piṣtî ku kêmbûna personelî wek mijarek kara aborî hatiye dîtin. Li gorî wê divê kardar û siyasetmedar dest bavêjin vê meselê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".