Telia Sonera rêvebiriya nû hilbijart

Doh komcivîna ṣîrketa telekomê Telia Sonera bi dawî bû. Komcivîn bi giranî li ser gûmanên bertîlê yên li Uzbekistanê bû. Ligel îtirazên ji Aktiespararna dîsa jî berpirsyarê giṣtî Lars Nyberg û rêvebiriya ku îstîfe dike bi temamî ji berpirsyariya sala 2002 tên ṣûṣtin.

Bêhtirê endamên rêvebiriyê hatin guhertin û wek seroka rêvebiriyê Marie Ehrling hat hilbijartin. Ew dibêje ku rêvebiriya nû dê hemû peyman û karûbarên wan î li welatên ku gendelî lê pir e lêkolîn bikin.

Marie Ehrling herwiha cîgira serokê Nordea Bank û endama rêvebiriya Securitas, Oriflame û Schibsted e û di navbera salên 2002 och 2006 de ṣefa Swêdê ya TeliaSonera bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".