Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Kongreya sosyaldemokratan

Îro biryarê derbarê qezencên di refahê de didin

Guhdarîyê raporê bike
5:03 min

Birêvebirîya partîya sosyaldemokratan pêşnîyazeke biberhevhatinê derbarê qezencên di refahê de danîne wekî çareyekê bo ku di dengdana derbarê vê pirsê de nexesirin. Ev pêşnîyaz bandoreke biryardar dide şaredarîyan dema dibistanên nû tên damezirandin, ev yeka tê biwateya ku şaredarî dibin xwedan vetoyê. Di pêşnîyaza berê de, tenê behsa bandoreke şaredarîyan ya bêhtir hebû.

Danberhev bi birêvebirîya partîyê re, gelek nûnerên di partîyê daxwaza qedexeya qezencên ji warê refahê dikin. Kongreya partîyê dê îro êvarî biryarê li ser vê pirsê bidin.

Birêvebirîya partîya sosyaldemokratan pêşnîyazeke biberhevhatinê derbarê qezencên di refahê de pêşkêş kir.

Ev pêşnîyaz bandoreke biryardar dide şaredarîyan dema dibistanên nû tên damezirandin, ev yeka tê bi wateya ku şaredarî dibin xwedan vetoyê. Di pêşnîyaza berê de tenê behsa bandoreke şaredarîyan ya bêhtir dihat kirin. Danberhev bi birêvebirîya partîyê re, gelek nûnerên di partîyê daxwaza qedexeya qezencên ji warê refahê dikin.

Gotûbêjên derbarê biberhevhatinê temamê doh li dar bûn û doh êvarî partî pêşnîyazek pêşkêş kir, ya bi giştî desthilatî û vetoyê dide şaredarîyan ku bêjin na bo dibistanên nûvekirî, ya îro ne bi destê wan e.

Lê herçend gotûbêj derbarê vê pêşnîyazê bûne her nezelal e eger alîyên li dij vê biberhevhatinê dê qebûl bikin. Tên texmîn kirin ku dê îro êvarî biryarê li ser vê pirsê bên wergirtin.

Joakim Sandell yên nûner e û şandeya Skåne bi rê ve dibe bi hêvîye ku nîvîsîneke zelaltir derbarê pirsa qezencên di refahê de bên danîn:

-Em dê pêşnîyazeke nû ji alîyê birêvebirîya partîyê de bibînin û ji ber ku pêşnîyazeke nû ye, em li bendî ne ku nivîsîneke zelaltir li dij pirsa qezencên di refahê de be.

Ev pirseke navendî ye di kongreya sosyaldemokratan de û li gor nûnerê kongreyê Jimmy Jansson, sê alî hene derbarê vê pirsê:

-Ez bawer dikim dê piranîya karê derbarê çareserkirina vê pirsê îro pêk bê. Lê sê alî hene: beşek dixawzin bi carekê re qezencên di refahê de qedexe bikin, û xeteke bihêz heye bo pêşnîyaza LO, konfederasyona sendîkeyên karkerên Swêdê, ya daxwaz dike qezencan bi qayde bike bi rêya şirketên refahê û ya sêyem, xeta birêvebirîya partîyê bi xwe ye ya siste ji alîyê ve pirsê ve.

Joakim Sandell ji Skåne bi hêvîye ku ev pêşnîyaza nû ku ji alîyê birêvebirîya partîyê ve hatîye pêşkêş kirin bêhtir bi ser xeta LO ve be, li gor wî pêşnîyaza LO xeteke biberhevhatinê ye navbera yên dixawzin qezencan qedexe bikin û xeta birêvebirîya partîyê ya ji wî alî ve sist e.

Pirseke din ku şîroveyên germ derbarê wê vebûne, pirsa mafê lênerîna tendursitîyê ye bo penaberên bê belge, ango yên bê destûr li Swêdê dijîn.

Kongreya sosyaldemokratan bo cara yekem biryar derbarê mafê wan bo ”lênerîneke baş” wergirt.

Bi vê biryarê jî partî helwesteke konkret û berçav nîşan dide bo pêşnîyaza ku hikûmeta hevalbend û partîya jîngehê li ser wê li hevkirine û ya dê bo parlamanê di buharê de bên pêşkêş kirin.

Lena Hallengren, endama parlamanê ji alîyê sosyaldemokratan ve dibêje ku ev cara yekem e partîya wê piştgîrîya xwe bo vê pêşnîyazê nîşan dide û ku şîroveya derbarê vê pirsê di kongreyê de kurt bû:

-Hem penaxwaz û penaberên bê destûr divê lênerîneke baş werbigirin. Û nuha kongre jî piştgîrîya xwe bo siyaseta ku sosyaldemokrat di parlamanê de dimeşînin nîşan dide. Û ev siyaset dê bi pêşnîyaza ku dê di buharê de pêşkêş bibe, dibe rastî. Ev yeka tê bi wateya ku ev siyaseteke bi piştgirî ji hemû partîyan e ji bilî partîya demokratên Swêdê û partîya çep.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".