Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
.دەزگای کەشناسیی سوید هۆشیاری پلە سێی بەهۆی توانەوەی بەفرو هەستانی لاڤاوەوە لە هەرێمی یاڤلەبۆرێ ڕاگەیاند

Gudrun Schyman dizivire sîyasetê

Hat weşandin fredag 5 april 2013 kl 14.44
Partîya femînîsta
(5:16 min)
Wêne: Jack Mikrut´/Scanpix

Ne bi tenê partîya Sosyal demokratan di dawîya heftîyê de kongreya xwe li Goteborgê çê dike, herwaha partîya femînîstan Feministisk Initiativ ji kongra xwe çê dike. Seroka parîyê berê Gudrun Schyman jî naha ji para ve vergerîyaye ji bo car din bibe serokê partîyê û herwaha car din bi xurtayî beşdarî sîyasetê bibe.  

– Partîyên din yên edetî nikarin di derheqê van pirsgirakan de werin. Di vir de pirsgirek mafê merivan û cudakirina însanan e. Ji ber wî jî partîyên din ji van babetan dur in. Em dibînin ku gelek xerabî di refaha civakî de çe dibe û her diçe cudatîya di navbera dewlemendan û feqîran zêde dibe, dibêje Schymman.  

Ew dibê partîya wan naha bi programeke berfirehtir tê ji bo ku bikaribin bêtir pirsgirekên civakê bikin nava çarçoveya xebatên xwe. Yanê ne tenê pirsgirekê di derbarê heqê jinan de heger çiqas di salê dawîyê de di wir de jî ti pêştaketinek nebibe jî.    

– Eva ji bo demokrasîyê sikandaleke mezin e ku hin jî maaşen jinan ew qas kêm e. Tu dibê qayê eva ji jinan ra buye edetekî û para wan ev e. Bi vê rê qîymeta jinan her diçe kêm dibe, ji ber ku ev tê wê mehnê; karê ku jin dikin ne girîng e.

Gudrun Schman her dem di partîya FI Insîyatîva Femînîstan de eleqeder bûye û wek endamê birevêbirîya partîyê di şaredarîya Simrishamn jî wek sîyasetmedarê şaredarîyê jî kar kirîye. Ew dibê ew naha karê sîyasetê berfirehtir dike ji ber ku li gor wê naha rewş di gelek deveran de xerab bûye. Schyman dixaze perspektîveke nu bide sîyaseta partîyê ji ber ku gere tîştek di derbarê bê qîymetbun û bindestîya jinan de were kirin.       

– Em dibînin çawa nijjadperestî li Swêd berfireh dibe, em dibînin çawa Partîya demokratên Swêd ya faşîst her diçe xurt dibe, û dibe xwedanê hêz. Eva jî ji ber ku partîyên din tirsa hindakirina hilbijaran dikin.

Scyman dibêje partîya wan ji hindakirina dengan natirse. Bi rîya balkişandina ser van pirsgirekan ewê bi tenê dengên xwe bêtir bikin. Lê di hilbijartina sala 2010 da ji bo Fi ne baş çu û di wir de wan bi tenê ji sedî 0.40 deng girtibûn. Ev encama ne baş girêdayî ne cesaretkirina gelekan ya ji bo fikrê men e, dibêje Scyman.      

– Dema ku bi tenê rewşa Swêd ya xweşi, wekhevî û tolarans di civakê de tê ziman, bê guman ne ecêb e ku astengî ji me ra dertê dema ku em dibêjin eva ramana ne rast e.

Naha partîya femînîstan FI dixaze di hilbijartina sala pêşîya me de bikeve meclîsê. Ew bi femînistbûneke wek rêxistina sîvîlan ne razî ne û di dewsê de dixazin bikaribin guhertina çê bikin û li hemberê neheqîyê di civakê de kar bikin. Eva jî heger ku mirov di meclîsê da be mimkûn e dibêje, Gudrun Schyman.

                   

– Di sîyasetê de balkîşandina pirsgirekan gelek girîng e. Heger ku em bala xwe nekişînin ser bê edaletîyê, nijadperestîyê, zordestîya ku li ser jinan tê kirin û serpêhatîyên xwe di derbarê van babetan de ji hevdû re parevenekin ew dem em nikarin çareserîyê jî ji van pirsgirekan re bibînin.

Gere em ji bîr bixin ku ji xêncî Gudrun Schyman Stina Svensson, Sissela Nordling Blanco û Ingrid Mauritsson jî ji bo serokatîya partîyê namzedîya xwe datînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".