Karê mamosteyan ji fêrkirinê bêhtir nivîsandina belgeyan e. Foto:Janerik Henriksson/Scanpix

Mamoste dev ji dibistanê berdidin

Mamostetî
4:55 min

Ji çar mamosteyan yek yê ku li dibistana bingehîn û lîseyan ders dane dev ji karê mamostetiyê berdane, ji ber ku wan hew îdare kirine. Ev ji raporeke Dezgeha Giştî ya Dibistanan diyar dibe ku li çûnûhatina mamosteyan ya van pênc salên dawî nêrî ye.

Çîmen Serîn li Landskrona ev sal û nîve ku li dibistaneke bingehîn mamostetiya Ingilîzî û Fransî dike. Çîmen bi encama lêkolîna Dezgeha Dibistanan ku gelek mamoste dev ji kar diberdin qet şaş nemaye. Ew dibêje ji dersdanê bêhtir mamoste bi nivîsandina kaxezan û dokumentasyonê ve mijûl dibe û ev mamosteyan ji kar sar dike. 

Ji bo guhdariya li hevpeyvîna bi Çîmen Serîn re li rapora dengî guhdarî bike!

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".