Serokê partîya sosyaldemokratan Stefan Löfven. Wêne: Claudio Bresciani/Scanpix.

Piştî kongreyê partîyê S amade ye bo hilbijartinan

Guhdarî bike
12 min

Dê Swêd di 2020 de xwedan asta bêkarîyê ya herî nizim be di temamê Yekîtîya Ewrûpayê de, sîgorteya dêûbavîtîyê kare di dema mandata bê de bi meheke zêdetir bo bavî dirêj bibe û şaredarî dê xwedan bandoreke biryardar bin li ser damezirandina dibistanên serbixwe. Ev çend ji encamên kongreya partîya sosyaldemokratan bû ya doh bi dawî hat.

Ev çend ji encamên kongreya partîya sosyaldemokratan bû dema doh temam bû.

Serokê partîyê, Stefan Löfven hilbijartinên parlamanê salê bê kirie armanc dema bi axaftina xwe kongre bi dawî anî:

-Bila yên burjiwa bi bahskirina derbarê daxistina bacan berdewam bin. Bila em behsa wê bikin bê çawa her take kesek li Swêdê dê baştirîn refahê werbirgirin û bila yên hilbijêr biryara hilbijartinan bidin.

Diyar bû kongre bi razîbûneke berçav piştî pênc rojan bi dawî hat. Ber bi kongreyê ve pirsa qezencên di refahê de û merc û şertên li ser sîgorteya dêûbavîtîyê ya bêhtir cihê kirî, şîroveyên herî mezin bûn.

Berbihevhatina derbarê qezencan danberhev bi pêşnîyaza bingehîn ve ji payizê de bû mercên nivîskî yên xurtir. Şaredarî dê xwedan bandoreke biryardar be ser dibistanên serbixwe yên dê nû bên damezirandin û berjewendîyên qezencan dê ne ya birêveber be di warê refahê de.

-Andreas Schönström ji Malmö dibêje sosyaldemokrasîya swêdî êdî ya xwe gotîye, qezencên di refahê de dê ne armanca li pêş be.

Kongre derbarê sîgorteya dêûbavîtîyê ya bêhtir wekhev bo dema wezîfeyê ango mandata bê li hevkirin. Partî herweha piştgîrîya xwe bo yekîtîya ciwanên sosyaldemokratan, SSU, nîşan da di pirsa ku ciwan dê zêdî 90 rojî bêkar yan bê perwerde nemînin di şûna şeş mehan de wekî di pêşnîyaza bingehîn de bû.

Kongre herweha nerîna derbarê endustrîya çekan û şandina wan bo welatên dîktator xurt û tund kir. Lê diyare pirsek ji yên herî li pêş di kongreya partîyê de ku Swêd dê ta 2020 xwedan bêkarîyta herî kêm be di temamê Yekîtîya Ewrûpayê de. Ya li gor parlamentertê yekîtîya Ewrûpayê Olle Lundvigsson pirseke gelekî giring e:

 -Ludvisgsson dibêje ez bawer dikim wê ev yeka bi wateyeke mezin be. Ne tenê dextê li ser xwe datîne, lê wekî partî ku em dê di vî warî de biserkevin . Olle Ludvigsson dibêje em dê her biserkevin jî.

Rojnamevan Eşkeref Okumuş kongreya sosyaldemokratan şopandîye û li gor nerîna wî eger partîyên sorûkesk ser rê û xeta xwe ya îro berdewam bin, dê karibin di hilbijartinên bê de biserkevin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".