Wêne : Anna Hjalmarsson/Sveriges Radio.

Kêmhebûna bîyanîyan di partîyan de kêmasîya demokrasîyê ye

Guhdar bike
0:10 min

Ji sedî pênc kes di Swêd de, yan bi xwe yan jî dayîk û bavê wan li dervayi welêt hatîye dinyayê.

Le belê eva di nav partîyên sîyasî de nayê xuya kirin. Di nav partîya socîal demokratan de ku kongra xwe li Guteborgê çê kir, bi tenê ji % 6 nuneran bi eslê xwe bîyanî bûn. Li gor Karin Petterssson şef redaktora sîyasî di rojnameya Aftonbladet de, eva pirsgiregeke gelek mezin e.

--Ya yekemîn eva, ji bo demokrasîyê problem e. Ev tê wê mehnê ku di sîstemê de li hemberê pêşketina hinek însanan astengî hene û nahêle ew bibin berpirsîyar. Ya dûyemîn eva ji bo sîyasetê jî ne baş e. Dema ku di sîyasetê de pir cureyî nebe ew dem eva ji bo sîyasetê kêmasîke. Ji bo sosîal demokrasî bikaribe bibe hêzekî pêwendîdar gere tecrubeyên cuda tê de bikaribin werin ziman.

Di kongreya social demokratan ya lî Guteborg ê de bi tenê 20 kes bi eslê xwe bîyanî bûn û ji bajarê Guteborg û herwaha ji navenda bajarê Stockholmê ji nunerê bi eslê bîyanî qet nebûn.

Li gor Johan Büser , bi xwe nunerê Guteborgê eva felaketeke mezin e. Ji bo rêxistineke mezin wek ya socîal demokratan pir cûreyî gelek girîng e, dibêje ew.

   

--Hemû partîyên sîyasî yan jî rêxistin ku tê de pircureyî nîne, ew pey zemanekî hişk dibin. Ew dem meriv nikare hilbijartina jî qezenc bike. Yanê eva di dawîyê de pirsgiregeke ji bo hebûn û nebûn ê yê jî. Gere partîya me bikaribe hemû kesan temsîl bike.

Gere sosîyal demokrat çi bikin ew de?

--Ya yekemîn gere gel di derbarê vî de were hişyar kirin, yanê gere guftûgå were kirin.

Ya duyemîn, wek ez dizanim di herema Srtockholmê de qerar hatîye dayîn ku gere para yên bi eslê bîyanî di yekîneyan sedî de were tesbît kirin û li gor wê gere ev hêjmar nekeve, eva fikreke gelek baş e. Bê guman çareserîyen din jî hene, lê ya herî baş ku çareserî bi rîya gotûbêj kirinê ve bi xwe were. Ijar heger ku çareserî nebe ew dem gere metodên daha hişk werin bi karanîn. Wek nimûne ji bo yên cîwan qerar hat dayîn ku gere hêjmara yên di binî 35 salî ji sedî 25 an kêmtir nebe. Ji ber ku tu guhertin çê nedibû eva qerara hat dayîn. Ija naha emê li vê jî binihêrin ka em çi bikin.

Ylva Thörn jî ku cîgirê sekreterê partîyê ye ji bo kêm bûna nunerên beyanî di kongreyê de bi endîşe ye.      

--Li gor min hêjmara yên bîyanî kem e. Ev jî nîşan dide ku pêdivîya rêxistinekî nû heye ku ji hemû kesan re beşdarbûna kongreyê mimkun dike.

Em car din naha li vê rêxistinê dimeyzînin û herwaha partî jî evê pirsgirekê gelek grîn dibîne, dibêje ew. Lê belê ew nikare di derbarê careserîyê konkret de daxuyan bide.  

--Em dixazin berdewam bikin û bibin partîyeke ji bo pêşerojê ku di tê de vekiibûn heye. Heya ji destê me tê emê endamên nû xêrhatî partîya xwe bikin û di vir de jî heremên ku em tê de xwe kêm dibînin gere derkeve rojevê û were guftugo kirin. Ez nikarim di naha ve bibêjim emê awqas kesên bîyanî bînin partîyê, lê belê dîyar e ku gere eva pirsgireka di rojeva me da cîyê xwe yê grîng bigire.

Ylva Thörn nikare zoz bide ku hêjmara nunerên bi esil bîyanî wê di kongreya pêşîya me de wê jî sedî 6 zêdetir be.

--Soz dayînên wusa zehmetin. Ji kongreya din re hê gelk maye, dû sala carê wê bibe. Lê soza ku ez dikarim bidim, eme ji navenda birêvebirina partîyê vê pirsgirekê di hemû hereman de bikin rojevê. Dem hatîye ku gere eva pirsgirreka bi grîngî were gotûbêj kirin.      

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".