Wêne: Hasse Holmberg/Scanpix
Pêşnîyaz

Divê bêhtir kar bikin û bo demeke dirêjtir

Di lêkolîna derbarê temenê teqawidîyê de ya îro bo hikûmetê hate pêşkêşkirin, tê pêşnîyaz kirin ku dê di pêşerojê de teqawidbûn li dû sîstemeke nû ya bi navê ”temenê nîşanê” bên jimartin, ya bi xwe li gor temenê jînê yên navencî yê miletê Swêdê tên guhertin.

-lêkolîner Ingemar Eriksson yê bi karê vê lêkolînê rabûye dibêje, em dest bi sîstemeke nû dikin ya bi navê ”temenê nîşanê” bo teqawidîyê, ew dê li gor temenê jînê yên navencî be. Ew bi xwe jî awayeke bo dewletê ku bo hemwelatîyan bêjê: eger tu teqawidbûneke qebûlbar dixwazî wê demê belkî baştir e tu di temenê nîşanê de teqawid bibî.

Armanc bi vê lêkolînê, lêhûrnerîna pirsa bê em dê çawa bêhtir kar bikin û temenekî çend dirêj qebûlbar e. Nuha lêkolîn temenekî nîşanê pêşnîyaz dike ya dê biryarê bide bê çend zû yek kare teqawid bibe û mafê mirov bo karkirinê ta kîj salê ye.

Ev temenê nîşanê li gor temenê jînê yên navencî yê milet tên guhertin. Û lêkolîn pêşnîyaz dike ku ev sîstem di sala 2019 dest pê bike û wê demê dê temenê mafê wergirtina teqawidîyê giştî ta 63 salîyê bilind bibe û mirov dê ta 69 salîyê karibe kar bike.

Bi tevahî 50 pêşnîyaz di vê lêkolînê de hene û pirsa derbarê em dê çawa karibin bêhtir karibin ciyekî mezin tê de wergirtîye:

-Ev ne tenê derbarê qayde û yasayên teqawidbûnê ye. Eriksson dibêje ev derbarê wê ye bê em karin çi bikin da ku milet karibe bêhtir kar bike. Me gelek pêşnîyazên derbarê jîngeha karî, pêşvebirina kompetens û jîrbûnê û teşwîqkirina aborî bo bihêsankirina mana li ser karî pêşkêş kirine.

Li gor lêkolîna derbarê temenê teqawidîyê, jîngeha karî biryar dide bê kî ta bikêmanî 65 salîyê yan bêhtir kare li ser kar berdewam be.

Lêkolîn herweha pêşnîyaz dike ku dezgeha pirsên jîngeha karî bi pêwîstîya baştirkirina agahdarîya ye ya derbarê bê çawa jîngeha karî kare li gor grûpên temenan yên cuda bên guncandin û ku jîngeha karî bibe beşek ji perwerdeyên zanîngehan yên şef û birêvebiran perwerde dikin.  

Jîngeha karî ya baştir kare biryarê bide bê eger bêhtir kes karin demeke dirtêjtir karbikin danberhev bi rewşa îro re, îro gelek dest ji kar berdidin berîya 65 salîyê ji ber karên giran.

-Lêkolîner Ingemar Eriksson dibêje piranîya vê derbarê wê ye ku bêhtir kes karibin di temamê jiyana xwe ya karî de kar bikin û ne wekî îro, gelek ew taqet û enerjî nînin ku berdewam bikin. Wan karên giran hene, bi jîngeheke karî ya dijwar. Gelek dest ji bazara karî berdidin û nikarin ta 65 salîyê berdewam bikin.

Swêdî bi pêwîstîya karkirinê ne di gelekê salan de da karibin xwe ji bandorên aborî xilas bikin yên ji ber wê ne ku milet pîrtir dibe.

Ji ber vê yekê ev lêkolîn pêşnîyaz dike ku dezgeha pirsên jîngeha karî divê lêhûrnerînên baştir bike li cîyên karî yên di wan de bêhtir kes zû dest ji kar berdidin, û binerin bê sedemên wê çi ne ji ber kêmasîyên zanistîya vî warî hene.

Dezgeh herweha bi pêwîstîya wê ye ku zanistî û agahdarîya baştir bike û belav bike derbarê bê ciyên karî çawa karin bên guherîn da ku yên temen mezin karibin bêhtir karibin. Lêkolîner Ingemar Eriksson careke din:

-Divê mirov qebûl bike ku dema mirov pîr dibe, mirov belkî bi pêwîstîya guncandina karî, dema karî û wezîfeyên li ser karî dibe. Her tişt, ji ronahîyê ta wezîfeyên kar.

Eger bêhtir kes di demeke dirêjtir de kar bikin  dê bo aborîya  civakê zêde baş be, li gor Eriksson. Ew dibêje herçend em geşepêdanên nû fînanse dikin jî dê imkanên bêhtir bo warê sektora giştî bide yên karin bo lênerîna tenduristîyê, rehabîlîtekirinê û bernameyên guncandin û lêanînê bên bikaranîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".