Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Bawerîya gel bi sîyasetmedarê şaredarîyan nîne

Hat weşandin tisdag 9 april 2013 kl 15.02
Bertîlxwarîn
5:30 min
Wêne: Ingvar Karmhed/Scanpix

Ji du swêdîyan yek di wê fikrê de ne ku sîyasetmedar û karmendê şaredarîyan bertîlxwarîn. Eva li gor raporeke nu ku ji alîyê grupeke pispor di wezareta aborî de hatîye amade kirin. Andreas Bergh ji wan lêkolînvanan yek e.

– Swêdî li gor kesên di welatê îskandînavîyayê din de bêtir li hemberê sîyasetmedaran bişik in. Ji dû gelên Swêd yek difikirin ku siyasetmedar bê exlaq în, û eva jî li gor welatên din di Iskandînavîyê de gelek bilind e, dibêje Andreas Bergh, lêkolînvanê ji bo aborîyê û herwuha nivîskarê vê raporê.

Di vê raporê de lêkolînvan di derbarê aborîya şaredarîyan de pirs ji 1500 kesî kirîne û gotîne; li gor we rewşa bertîlxurîyê, yanê pere girtin, ji hevalan re xîzmetek kirin di şardarîyan de çawa ne. Ji deh kesan şeş gotine; ew bawer dikin bertîlxurî bi awayekî berfireh di şaredarîyan de heye.

Di raporê de lêkolînvanan qîyasên navneteweyî jî kirine û vir de Swêd li gor welatên din cuda ye.

– Di vî derbarî de, bi sîyasetmedarê netewî re qîyas Swêdî ji sîyasetmedarê şaredarîyan bêtir ne razî ne û wan bertîlxur dibînin, dibêje Andreas Bergh û ew berdewam dike û dibêje;

– Di evrupayê de ya normal ew e ku gel bêtir ji sîyasetmedarê heremî razî ne û yên meclîsa netewî û yên evrupayê wek bê exlaq dibînin, lê bele li Swêd eva berevajî ye.

Pek ala ji bo çi gel ji sîyasetmedarê şaredarîyan ew qas ne razî ye? Li gor Anders Borgh bi welatên Evrupayê re qîyas Swêd bi awayekî taybet hatîye decentralîse kirin yanê gelek biryarê ku li welatê din ji alîyê sîyasetmedarê netewî ve tên girtin, li Swêd di sevîyeya heremî de, yanê di şaredarîyan de tên girtin. Zefê van biryaran di derbarê refahê da ne û ji ber wî jî ji bo gel biryarê giring in. Kê di dibistanê baş de  jan jî di cîhên temenmezinan de dikare cîh bigire, yan jî kê dikare destura xanî çê kirinê û alkoholê bigir? Hemû ev biryarana di Swêd de ji alîyê sîyasetmedarê şaredarîyan ve tên girtin.

– Di hemû van biryaran de sîyasetmedar dikare kara xwe, yan jî ya hevalên xwe bişopîne, dibêje Andreas Borgh.  

Lêkolînvan di rapora xwe de nikaribû bi awayekî piştrast nîşan bida ku bertilxurbûn zêde buye yan na. Dozgerê sereke Gunnar Stetler jî ku di yekîneya netewî de ya li hemberê bertîlxwarinê Riksenheten mot korruption de kar dike, nedîtîye ku gilî di derbarê bertîlxwarinê de zêde bûye. Lê ew dibêje dozên ku van salê dawîyê de li ser hatine lê hur nêrîn bi awayekî din in. Wek nimûne doza çêkirina stadyuma Frens û mesela Telia Sonera ya li Özbekistanê.   

– Dozên ku em naha li ser hur dinhêrin bêtir dozên tevlihev in û teknîki ne, heger ku meriv bikaribe wusa bibêje. Ez bawer dikim eva ji ber ku gel naha bêtir bi xwe hisîyaye û dikare dozên awha jî ji me ra gilî bike, Dibêje Gunnar Stetler.

Sala 2010 bertilxwarbuneke mezin li bajarê Guteborgê derkete holê, di vir de gelek xebatkarê şîrketên şaredarîyê Göteborgs sporvegar û Poseydon şîrketa xanî çêkirinê ketibûn nava bertîlxwarineke mezin û di dawîya dadgeh kirinê de ji bo sextekarîya giran û bertilxwarina berfireh hatin ceza kirin. Ann-Khristin Alkner Dahl ku li hember girtina bertilxwarinê di şaredarîya Goteborgê de berpirsîyarîya projekî kirîye, di derbarê çareserîyan de awha dibêje.

– Di projeya me da em li ser hinek çareserîyan û metodan sekinîne. Yek ji wan ew e ku gere çavdêrîya bi hundurîn were zexim kirin, bi taybetî jî ji bo karê xanî çêkirinê de. Ji ber ku di wir de bertilxwarin zêde çê dibe. Yek jî, metoda bi navê wissel blow me li darxist u ji bilî wî jî em li ser tevgera karmendan sekînin ji bo ku karmend û sîyasetmedar bikaribin bi rewşeke din bifikirin, dibêje Ann-Khristin Alkner Dahl.        

Lêkolînvan Andreas Bergh jî ji bo li hember girtina bertîlxwarinê van çareserîya tîne ziman.  

Pêşnîyaza me ew e ku gere gel yan jî rojnamevan bikaribin çevdêrîya şaredarîyan bikin, heger ku ew bixazin. Ji bo vî jî bi taybetî gere aborîya şaredarîyan bi awayekî vekirî bikaribe di internetê de were weşandin. Bi wê rê merivê bikaribe binihêre ka pere diçin kuderê, kîjan şaredarîyê çiqas pere daye ji bo xîzmetekî û bi şaredarîyeke din re qîyas eva danûstandineke tendurist e yan na. Ji bilî wî jî karê şaredarîyê bi taybetî diçin kîjan şîrketan yan jî kesan. Hemû evan tiştan bi awayekî rehet gere bikaribe ji alîyê gel ve were dîtin, dibêje Andreas Bergh.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".