Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Programên milyonî

Geşepêdana civakî bi bandoreke karîger e

Wêne: Hasse Holmberg/Scanpix

Programa milyonî li Hovsjö ya girêdayî herêma Södertälje ye di van salên dawî de bi guherîna meyla negatîf ya pirbûna tawankarî û xirabîyê bi serketiye. Bi alîkarîya geşepêdanên civakî û baştirkirina avahîyan karîbû guherînan bi cî bîne, lê herçend Hovsjö pêşketin di vî ware de diyar kirîye her  herêmên din yên xwedan astengî, Hovsjö bo xwe nekirine nimûne.

Birêvebirê giştî yê şirketa xanîyan Telge Hovsjö, Patrik Derk bawer dike ku piranîya caran kêmasîya zanistîya nerm, wekî ew bi nav dike, di warê karê wî de heye:

-Derk dibêje eger ez bi çend biryardêran re rûnêm û ji wan 10 milyon kron bo guherîna sîstema hewaguherînê bixwazim, dê bê şîrove daxwaza min qebûl bikin.

Lê daxwaza 10 milyonî bo mobîlîzekirina civakî, dê her nemumkin be. Derk dibêje min tucarî nebihîstîye ku kesek bi vê daxwazê biserketî ye, eger ne pere ji fonekê yan jî bi awayekî ji Yekîtîya Ewrûpayê daxwaz kiribin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".