Wêne: Erik Kohlström/Sveriges Radio û Lars Pehrson/Scanpix

Erlandsson bi kêmasîyên rêzlêgirtina jîngehê sûcdar dibe

Rexne li wezîrê gund û derbajaran, Eskil Erlandsson dibe ji alîyê birêvebirîya daristanan û rêxistina seranserî ya parastina xwezayê li parêzgeha Kronoberg ji ber wî darastina xwe baş liberçav negirtîye. Divabû ew darên hatin birîn û jêkirin, yên ji ber bayî ketibûn piştî bahoza bi navê Gudrun, hatibana hilanîn.

Eskil Erlandsson xwedan beşekî ji werzgeha malbatê Stackarp e di herêma Kronoberg de, û li wê derê çend deverin hene bi hêjayîyeke xwezayî ya mezin û yên divê bên parastin.

Piştî bahoza Gudrun, Erlandsson dixwest darên ji ber bayî ketibû rake û erdê xwe paqij bike herçend ku birêvebirîya pirsên daristanan gotibû ku ev herêmên bi   hêjayîyeke mezin û hesasin û divê bi hişiyarî li wan bên nerîn. Lê li hêla din lênerîn û parastina van herêman dilxawzîye bo xwedanên erdî.  

  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".