Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Wezîrê entegrasyonê Erik Ullenhag

Divê welatên YE li dij antîzîganîzmê derkevin

Serokên siyasî li ser asta neteweyî û herêmî divê li dij antîziganîzmê ya di Ewrûpayê de derkevin, wezîrê entegrasyonê Erik Ullenhag, îro vê yekê di rûpela şîroveyî ya rojnameya Dagens Nyheter de dinivîse.

Li gor nivîsa Ullenhag, herçend ku perepêdanên Yekîtîya Ewrûpayê li ser vî warî tên danîn, her daxwaza siyasî di gelek welatan endam de kêm e bo peydakirina çareyekê bo şidet û zorîya nijadperestî ya bi awayekî sîstematîk bi serê miletê roman de tê.

Li gor rêxistina mafê mirovan, Amnesty, bêhtirî 120 hêrîşên zordar hember roman li Hingarîya ango Mecar, Çek, Slovakîya û li Bulgarîyayê di navbera salên 2008 û 2012 de bûne. Di van salan de neh rom di hêrîşên nijadperestî de hatin kuştin li Hingarîyayê. Ullenhag îro di semînekereke derbarê antîzîganîzmê de got avakirina bawerîyê di navbera roman û civaka piranî de giring e:

-Min têgihiştineke mezin heye bo wê ku malbateke rom ya tûşî stewerbûna  mecbûrî bûye di Swêda nûjen de bi bawerîyeke zêde kêm e bi dezgehên swêdî. Ullenhag dibêje wê demê dibe ji wezîfeya sîstema siyasî ya min e ku careke din bawerîyê ava bike û pirekê di navbera grûpên roman û civaka piranîyê de ava bike.

  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".