Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Wêne: Radyoya Swêdê

Du kes hatine girtin piştî mirina şifêrekî teksîyê

Du mêr di temenê 20 salîyê de hatine girtin piştî mirina şifêrekî teksîyê doh bi şev, piştî ku yê şifêr û kirîyarekî bi şer ketin li Bergshamra li Solna yê. Dozger biryar daye ku pêşlêkolîneke derbarê kuştinê veke, lê li gor polîs ta nuha sebeb û hoyên mirina şifirê teksîyê hîna ne zelal e.

Larmek dora nîva şevê hat derbarê ku şifirekî teksîyê li ber teksîyê ketîbû . Teksî bi xwe wekî herdem bi çavdêrîkirina kamerayê ye dema kirîyarek dikeve teksîyê de û jê derdikeve û nuha polîs li wêneyên kişanî yên ji doh ve hûr dinere.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".