Grûpên parînek bo wekhevîya bêhtir tên sazkirin

Dê îro hikûmet pêşnîyazekê pêşkêş bike ya dê imkanên qebûlkirina bo zanîngehan wekhev bike, bêyî ku li wê bên nerîn eger notê şagirdan li gor sîstema kevin bin yan jî li gor sîstema nû bin.

Wergirtina nota herî bilind A di sîstema nû de bi zehmetir e danberhev bi MVG re, nota herî bilind di sîstema berê ya pênc dereceyî de (asta herî bilind ya qebûlkirinê), û ev yeka dihêle ku metirsîya neheqîyê li şagirdên notên nû werdigirin û serî li zanîngeh û unîversîteyan dikin, bibe.

Berîya nuha, wezîrê perwerdeyê Jan Björklund nedixwest grûpên parînek saz bike, ji ber li gor wî dê karê bîrokrasî û îdarî zêde bike.

-Me careke din û bi hûrî lê nerî û em geheştin wê biryarê ku em dê karibin piçek zehmetî bo dezgeha pejrandinê qebûl bikin, ji ber qezencên wekhevîya bêhtir bo şagird û xwendevanan wiqasî mezin e.

    

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".