Wêne: Scanpix.

Peymaneke nû mafê rûniştinê dide bêhtir zarokan

Lihevhatina di navbera partîya jîngehê û hikûmetê de rê vedike li ber bêhtir zarokan ku mafê rûniştinê li Swêdê werbirgirin. Merc û şertên derbarê wergirtina mafê rûniştinê ya li ser bingehê ”ji ber rewşa berçav ya zêde biêş” dihate wergirtin nuha tên guhertin bo ”ji ber rewşa taybet ya biêş”.

Ev yasaya nû dê ji 1 meha heftan sala bê de, 2014, dest pê bike û bi vê yekê jî hevkarîya siyaseta koçê ya di navbera partîya jîngehê û hikûmetê de tên parastin. Maria Ferm, peyvdara pirsên siyaseta koçê ya partîya jîngehê ye:

-Me li hev kirîye ku em merc û şertê  derbarê rewşa zêde biêş wekî sedem biguherin û bikin rewşa taybet bo zarokan. Û ev yeka tê bi wateya ku dê imkan bo bêhtir zarokan hebe ku li Swêdê bimînin.

Ferm dibêje ev guherîneke gelekî giring e ya dê bi wateyeke mezin be bo wan kesên zerer li wan bûye û me di demeke dirêj de bo vê guherînê kar kirîye da ku bikaranîna yasayê comerdtir bibe.

Partîya jîngehê bi rawestandina hevkarîya bi hikûmetê re gef û tehdîd kir eger mafê mana li Swêdê bo bêhtir zarokan neyê qebûl kirin. Û nuha bi vê guherînê dê rê ve be li ber bêhtir zarokan ku li Swêdê bimînin, ev li gor wezîrê koçê Tobias Billström. Şîrove û gotûbêjên liserhev guherîn di vê lihevhatinê de lidar xistin û ya bi xwe bo partîya jîngehê biserketineke berçav e. Her wezîrê koçê Tobias Billström jî vê yekê teyid dike:

-Partîya jîngehê di demeke dirêj de xwedan nerîn bûn derbarê biryarnameya ”ji ber rewşa berçav ya zêde biêş”. Billström dibêje, em ji bîr nekin ku dema lihevhatina çarçoveyî di navbera hikûmet û partîya jîngehê di 2011 de hate danîn, bi zelalî hate nivîsîn ku dê li ya herî baş bo rewşa zarokan di hemû rewşan de bên nerîn.

Li lihevhatina navbera hikûmet û partîya jîngehê ya derbarê zarokên penaxwaz ji alîyê rêxistinên yarmetîyê yên mirovayî bi geşbînî hatîye nerîn. Lê hene yên rexneyan li wê dikin ku ev lihevhatin tenê bo mafê zarokan e û ne mezinan jî û herweha ku dê hîna saleke din ango di 2014 ev yasaya nû ya comerdtir dest pê bike.

-Anki Carlsson ya berpirsa pirsên koçê ye li rêxistina mafê mirovan xaça sor dibêje em demeke dirêj li bendî vê bûn, lê ya em ji xwe dipirsin ew e çima demeke wisa dirêj distîne ta ev guherîn di rastîyê de dest pê bike. Û nerîneke din ji alîyê me ve ew e çima ev guherîn ne bo her kesî ye, bêyî ku bi emir û temen ve girêdayî be.

Carlsson berdewam dike û dibêje ku rexnegirtina me ya herî mezin ew derbarê wan kesên zêde nexweşin û yën ji wan re mafê manê qebûl nabe.

Encûmena seranserî ya grûpên penaberan FARR, bi kêfwxeşî li vê guherînê dinerin û her ew jî tênagihêjin çima guherîna vê yasayê salekê dikişîn e. Sanna Vestin, seroka FARR dibêje hîna jî nebaş e ku di pêştir de her dê daxwaza merc û şertên rewşeke zêde biêş ji penaxawzên mezinan bên xwestin:

-Ev mesala merc û şertên ”rewşeke berçav ya zêde biêş” tê bi wateyeke zehmetir bo mezinan danberhev bi zarokan re, hema ev yeka tê bi wateya ku divê tu di metirsîya mirinê de be eger yek di balefirê de be da ku ev wekî rewşeke zêde biêş bo mezinekî bên jimartin.

Û derbarê pirsa eger ev guherîn dê bi bandor be li ser gelekanm, Sanna Vestin ji FARR dibêje bi zehmet e mirov bi vî awayî binirxîn e. Ev ne derbarê qebare û hecim e, ne derbarê hejmarê ye, lê ev derbarê mirovên dikevin tengasî û tadeyê de ye.

Maria Emilsson, yasanas e li nûnerayetîya mafê zarokan, Barnombudsmannen û dibêje ku ta nuha yasa pirsên penaxwaz û biyanîyan di bi awayekî sînorkirî hatîye bikaranîn û ji be vê yekê jî vê guherînê wekî pêşketineke erênî dibînin.

Emilsson dibêje ku ji awirê yasayî ve ”hoyên taybet” merceke kêmtir e ji ”hoyên berçav û zêde”

-Ji alîyê yasayî ve cudabûneke mezin heye di navbera rewşeke taybet û rewşeke berçav de. Bi taybetî di navbera van gotinan cudabûneke mezin heye, û ji ber wê jî li gor nerîna me gerek cudabûnên mezin û diyarkirî li dar bikevin dema gotina taybet tên bikaranîn, ya wê demê dê bike ku bêhtir zarok mafê mana li Swêdê werbigirin.

Lê diyare ji wisa bêhtir ev guherîn di nîvîsa yasayê de nikare bê zelalkirin, ta di pêşkar û di praktîka yasayî de tê ronî kirin. Û li gor Maria Emilsson nuha bizehmet e mirov bizan e bê ev guherîn yasayê wê bi çi wateyê be di rastîyê de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista