Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Polês ji bo azan dayîna derva destur da

Hat weşandin fredag 12 april 2013 kl 14.49
Azan di minarê de
(0:08 min)
Camîya Fityaye. Wêne: Jessica Gow/Scanpix

Azan wê ji vir ve bikaribe di minara camîya Fityayê de were guhdarî kirin. Biryar ji alîyê polês ve hatîye girtin. Eva cara yekemîn bû ku cimeteke mislimanan ji bo destura azanê serî lê dabû. Ismail Okur ku berpirsîyarê komeleya mislimanan ya li Botkyrkayê ji ber vê biryarê gelek kêfxweş e.

– Ez gelek şa dibim, eva ji bo komeleya me, dînê me û herwaha ji bo dua kirinê gelk girîng e. Di dema her nimêjê em azanê di hundir da didin, lê belê rojê îna ji bo mislimanan rojeke pîroz e û ji ber wî jî me pir dixast ku azan derva bikaribe were guhdar kirin. Eva ji bo mislimanên Swêd gelek girîng e.

Komeleya mislimanan di çileya pêşin sala 2012 de pêşnîyazîk ji bo destura azanê ya derva serî li şaredarîya Botkyrka dabû.

Şaredarîyê tu astengî li hemberê azana derva nedît û herwaha ji alîyê xwe ve destur da lê belê destura bi giştî da polês. Li gor wan eva pirsdgirekeke di derbarê ewlekarîyê debû û gere ji alîyê polês ve bihata lê hur nêrîn.

Naha polês jî biryar daye ku li hemberê azana derva astengî nîne. Ev jî tê wê mehnê ku azanê wê bikaribe rojê înêyan di navbera seet 12 û 13 de bi qasî 5 deqîqan were dayîn.

     

Evîn Akbaş jî ku li Botkyrkayê dijî li hemberê vê biryarê kêfxweş e.

– Eva ji bo min ne pirsgereke, li welatên ku em jê tên jî gellek dêr hene û ew jî dikarin zengilê xwe lêxin. Ji ber wî jî ez ji bo vê biryarê kêfxweş dibim, dibêje Evîn Akbaş.   

Her çiqas pêvajoyê demeke dirêj kudandibe jî Ismail Okur berpirsîyarê komeleya mislimanan ya li Botkyrkayê piştrast bû ku ev biryara wê bihata dayîn.

– Ez her dem bi sîyasetmedaran re û bi gel re dipeyîvim, lê tu car reaksîyoneke ne baş di vî derbarî de min ne bihîst, kesek li dijî azanê nîne, dibêje Ismail Okur.

Lê li gor hinek kesên ku em pê re peyîvîn, yên ku li dijî vê biryarê ne jî hene.  Ji wan yek jî Karîm Sahmuhammedi ye.

– Pirsgireka azandinê meseleyeke ji bo hinek însana ye, yanê bawerîya hemû kesan bi vê nîne ji ber wî jî gere azan ji alîyê hemû kesan ve neyê guhdarî kirin. Ji ber van sedeman em li dijî vê biryarê ne û dixazin ku azan nikaribe ji derva ve were guhdarî kirin, dibêje Karim Sahmohamedi.

Hin jî ne dîyare kînga azanê bikaribe ji derva ve were guhdar kirin. Ji bo vî gere hinek tişt werin amade kirin dibêje Ismail Okur.  

– Em hin jî nizanin wê kîngê dest pê bike. Berî wî gere em bicivin û bi endamê komeleyê re evê gotûbêj bikin. Hinek pirsgirekê teknîki gere werin çareser kirin. Ji ber ku mele nikare derkeve mînarê gere ji bo vî mîkrofon û acetên din werin peyda kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".