Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Îstifaya Omar Mustafa dê kar yan zerar bide S?

Omar Mustafa
5:39 min
Gelo mirov dikare hem sosyaldemokrat be hem jî endamê Federasyona Islamî be? Foto: Janerik Henriksson / SCANPIX

Gotûbêjên li ser îstifaya Omar Mustafa ji partiya Sosyaldemokrat berdewam in. Îro ji bo piştgiriya Omar xwepêşandanek tê lidarxistin, lê Mele Emîn Narozî dibêje Federasyona Islamî ku Omar Mustafa serokatiya wê dike rêxistineke nêzîkê fundamentalîzma islamî ya erebî ye û ew piraniya misilmanên Swêdê temsîl nake.

Lewra bi nêrîna Narozî îstifaya Mustafa dê zerarê nede Sosyaldemokratan.

Narozî ku herwiha li ser tarîxa islamê xwediyê çend berhemên lêkolînî ye jî dibêje di gelek waran de fikrê Federasyona Islamî ku Omar Mustafa serokatiya wê dike û nirxên sosyaldemokrasiyê bi temamî ji hev dûr in û weke nimûne behsa nêrîna jinê dike.

Serokê Federasyona Islamî (Islamiska Förbundet) Omar Mustafa yê 28 salî di kongreya Sosyaldemokratan de weke endamê birêvebiriya partiyê hatibû hilbijartin. Lê bi hilbijartina wî re yekser gotûbêjeke germ li ser  dest pê kir. Girgireyên xwedîtesîr yên mîna Mona Sahlin bi eşkereyî li hemberî cîyê wî dengê xwe bilind kirin û gotin bîr û baweriyên Mustafa û nirxên sosyaldemokrasiyê hev nagirin.

Rexneya herî xurt li hemberî Omar Mustafa ew bû ku rêxistina ku ew serokatiya wê dike Federasyona Islamî di konferansên cuda de axivtvanên antîsemît û xwediyê baweriya dijî demokrasiyê dawet kirine.

Serokê Sosyaldemokratan Stefan Löfven diyar kir ku eger mirov nirxên sosyaldemokrasiyê yên wekheviya mirovan û ya jin û mêran bi temamî neparêze mirov nikare di nav Sosyaldemokratan de bimîne.

Û bi bilindbûna dengên rexneyî re seroka Sosyaldemokratan ya belediya Stockholmê Veronica Palm ragihand ku êdî ne mimkun e Omar Mustafa bikaribe di birêvebiriya partiyê de bimîne.

Hefteyeke Omar Mustafa di birêvebiriya Sosyaldemokratan de temam nebû wî mecbûr îstifa xwe da û herwiha destê xwe ji hemû wezîfeyên Sosyaldemokratan kişand.

Lê bi îstifayê re jî gotûbêjên li ser bi dawî nebûn. Niha gelek pirs tên kirin; Gelo çima heta niha sosyaldemokratan li nirxên endamê xwe Mustafa ne dinêrin? Çima anîn û çima birin? Gelo bi vî awayî misilman dê ji Sosyaldemokratan paş bikevin û hwd.  

Îro tê payîn ku rêxistina Hjärta – Sosyaldemokratên bawermend li Stockholmê ji bo piştgiriya Omar Mustafa xwepêşandanekê li dar bixin. Ji aliyê din ve nivîsên ku destekê didine Omar Mustafa û yên li dijî wî jî bi berdewamî têne weşandin û daxuyaniyên cuda tên dayin.

Mustafa Al Sayed Issa serokê rêxistina Misilmanên Ciwan yên Swêdê ye. Li gor wî bi Omar Mustafa tevgera dij-misilmanî dikarîbû bihata lawazkirin, lê wiha nebû.

Û bi nêrîna Mustafa Issa bi vê meselê re gelek misilman wê ji Sosyaldemokratan paş bikevin.

-         Bi min baweriya misilmanan ya bi sosyaldemokratan şikiya. Yan divê ev baweriya birîngirtî bê cebirandin yan jî hilbijêrên misilman êdî yekser dê berê xwe nedin partiya Sosyaldemokrat.

Lê mele Emîn Narozî ne bi nêrînên Mustafa Issa re ye. Bi dîtina wî Federasyona Islamî ku Omar Mustafa serokê wê ye rêxistineke nêzîkê fundamentalîzma islamî ya erebî ye û ew piraniya misilmanên Swêdê temsîl nake. Heta li gor Narozî dûrketina Omar Mustafa ji bo partiyê kar e.


Fråga
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".