Wêne: Tomas Oneborg/Scanpix.

Qurbanên bazirganîya bi mirova ve bêhtir dibin

Hejmara qurbanên bazirganîya bi mirovan ve, ango trafficking di hindirê yekîtîya Ewrûpayê de bi hêz bêhtir dibe. Hejmarên nû ji komîsyona YE ku di van rojên dawî de hatine pêşkêşkirin vê yekê eşkere dikin.

Herçend ku bazirganîya bi mirova ve bêhtir bûye, her tenê şeş ji welatên endam, Swêd di nav wan, dest bi yasayên nû û tundtir yên Yekîtîya Ewrûpayê kirine ku li dij vî warê bazirganîyê ne.

-Komîsyonere Yekîtîya Ewrûpayê Cecilia Malmström dibêje bêgûman ev pirseke gelekî cidîye. Ev tawanake bisehme wekî awayekî koletîyê ya nûjen e. Ev zêdebûn ji ber çiye, hîna ne zelal e. Yek ji ronîkirinên wê kare ew be ku dezgeh bêhtir kar dikin û balê dikişînin ser vî awayê tawanan.

Lê her çend ku hejmara qurbanên van tawanan bêhtir bûne her dîsan jî kêm tawankar mehkûm dibin. Piranîya qurbanan ji welatên hejar yên yekîtîyê ne, wekî Bulgarîya û Ramanîyayê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".