Wêne: Scanpix

Islamîyên ji Swêdê beşdarî şerê li Sûrîyê bûne

Bi kêmanî 30 islamî di demke kurt de ji Swêdê derketine da ku li Sûrîyê di komên leşkerî yên nêzîkî al-Qaîda yê de şer bikin, ev yeka li gor agahdarîyên ji polîsê istixbaratê Swêdê, Säpo. Polîs eşkere dike ku li Swêdê di van salên dawî de rê li ber çend planên terorê yên nehênî hatine girtin.

Jonathan Peste, şefê analîzê ye ba Säpo û ew ji ber vê pêşketinê nearam e:

-Dema ev kesana vedigerin Swêdê xwedan imkanên birevebirina hêrîşên hewildana kuştinê ne. Em nearamin ji ber wê ku ev kes ilham ji vê îdiyolojîyê wergirtibin û bi nêta kirina tawanên terorê ne li Swêdê.

Li gor Säpo yên sefer kirine bo Sûrîyê, bi esil ji welatên cuda ne, lê gelek ji wan ji Sûrî bi xwe ne. Li gor raporên Säpo îro dora 200 islamîstên şidetxwaz li Swêdê hene.

Di rapora salane ya Säpo de, tên ronî kirin ku tawanên terorê karin ji alîgirên îdiyolojîyên din jî bên kirin. Anders Behring Breivik ji Norwêc, yê xwedan bîrûbawerîyên rast ya tund bû nimûneyeke tirs û xeterê ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".