Wêne: Claudio Bresciani/Scanpix

Jinên tuşî lêdana giran dibin her mafê manê wernagirin

Zêdî 500 jinên bi esil biyanî her sal hawara xwe digihînin navendên parastina jinan, yên bi swêdî ji wan re dibêjin ”kvinnojour”, piştî ku ew mêrê jin anîye Swêdê bo ku bi wê re bijî lêdana giran lê kirîye.

Herçend ku mafê van jinan heye ku li Swêdê bimînin eger ew tuşî zor û şidetê bibin ji aliyê hevjînê xwe ve, her dîsan jî mafê mana li Swêdê ji wan re qebûl nabe. Yasa dibêje eger mirov li ser daxwaza hevjînê xwe bê Swêdê û bi wî re di du salan de bijî, wê demê destûra mana li Swêdê daîmî dibe.

Eger peywendî û elaqtea wan xirab bibe di van du salan de, wê demê ew kesa kare dersînorê Swêdê bibe. Lê eger mirov tuşî lêdana giran bibe di van du salan de ev destûr her kare daîmî bibe, û ev ji jinan re dibe wekî yasayeke parastinê. Lê ji 2011 de tenê 80 ji temamê 150 rewşên bi vî awayî hatine qerbûl kirin.  

Navendên parastina jinan rexnegirên yasayê ne ji ber li gor wan mercên bo vê yasayê ne mirovî ne, ji ber li gor praktîka yasayê divê jin bi kêmanî di çar mehan de bi mêrî re bimîne da ku karibe sûdê ji vê yasaya parastinê werbirgire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".